09:21 23 Tebax 2017
Zindî
    Kuzey Kore askeri

    'Hat îdiakirin ku Amerîkayê dest daniye ser pakêteke dîplomatîk a Koreya Bakur'

    © Sputnik/ Iliya Pitalev
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 8 0 0

    Hate îdiakirin ku rayedarên amerîkî li balafirgeha New Yorkê dest danîne ser ‘pakêteke dîplomatîk' a aydî Koreya Bakur.

    Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Navenda Koreyê (KCNA) ya ajansa fermî ya Koreya Bakur ku zanyariyên xwe sipart rayedarên Wezareta Karên Derve, şandeya Koreya Bakur li Balafirgeha Navneteweyî John F. Kennedy ya li New Yorkê ku ji konferanseke Neteweyên Yekbûyî vedigeriyan, ‘rastî tevgerên nexweş û li dijî hiqûqê hatine."

    Rayedaran îdia kirin ku polîs û rayedarên amerîkî bi zorê dest danîne ser ‘paketeke dîplomatîk' a aydî wan û hevî dikin ku rêveberiya Washingtonê di derbarê bûyerê de daxuyanî bide.

    Rayedar, "Tevî ku dîplomatan gelek di ber xwe de da jî, lê wî tundûtûjiya fîzîkî li dijî wan bi kar anî û paketa dîplomatîk bi dest xist û reviya. Eger Amerîka bersiva daxwazin me yên maqûl û şehreza nedin, dê ji hemû encaman ew berpirsyar bin."

    Di derbarê çi di pakêtê de hebûye de jî daxuanî nehat dayîn.

    Ji aliyê din ve Berdevkê Wezareta Ewlehiya Navxweyî yê Amerîkayê David Lapan ragihand ku rayedarê Koreya Bakur xwediyê mafê dîplomatîk nebûye û piştrast kir ku dest danîne ser pakêtê. Lapan eşkere kir ku rayedarên Koreyê xwestina pakêtê bistînin, lê rayedarên amerîkî destûra wan nedane.

    Bi heman mijarî:

    Koreya Bakur xwendekarê Amerîkî yê girtî berda
    Koreya Başûr: Em dixwazin organîzeya Kûpaya Cîhanê ya 2030an bi Koreya Bakur re pêk bînin.
    Koreya Bakur ceribandina moşekên kruzê ya nifşa nû pêk anî
    Koreya Bakur gef li Japonyayê xwar: Beriya Amerîkayê em ê we tune bikin
    Koreya Bakur çend moşekên balîstîk ceribandin
    Tirkiyê Koreya Bakur şermezar kir
    Etîketan:
    dîplomatîk, danîtin, pakêt, destan, Ajansa Nûçeyan a Navenda Koreyê (KCNA), David Lapan, Koreya Bakur
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de