22:20 28 Hezîran 2017
Zindî
    Tsunami

    Avê 11 mal qurpandin: Aqubeta 23 kesan nayê zanîn

    © Sputnik/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 1820

    Li bakur rojavayê Gronlanda ku dikeve Qutba Bakur bi pîleya 4.1 erdhej pêk hat. Piştî erdhejê tsunamiyê 11 mal qurpandin û aqubeta 24 kesan nayê zanîn.

    Li gorî nûçeyên çapemenî yên Danîmarka û Gronlandê, li herêma niştecih a Nuugaatsiaqê li gorî Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Danîmarkayê şevê din bi pîleya 4.1ê erdhej pêk hat. Piştî erdhejê li rojavayê Gronlandê pêlên mezin çêbûn û gelek malên ber bahre di bin avê de man.

    SIVÎL HATIN TAHLIYEKIRIN

    Midûrê Ewlehî yê Danîmarkayê Bjorn Tegner Bay di axaftina xwe ya çapemeniyê de got: "Erdhej û tsunamiyê herî zêde bandor li herêma niştecih a Nuugaatsiaqe kiriye û li wir ji 101 kesî 78 kes hatin tahliyekirin.

    Tegner Bay di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ji 78 kesên ku hatine tahliyekirin rewşa 2 kesan giran û 7 kes jî bi sivikî birîndar in. Herwiha tsunamiyê li herêma Nuugaaatsiaqê 11 mal qurpandin û 4 kes windayî ne û aqubeta 23 kesan nayê zanîn."

    Bi heman mijarî:

    Danîmarka hê jî meaşê bêkariyê dide DAIŞiyan
    Danîmarka leşkerên xwe dişîne sînorê Iraq û Sûriyeyê
    Danîmarka, amadehiya cezakirina welatiya xwe ku li hemberî DAIŞê şer kir dike
    Şahbanûya Danîmarka serdana xwe ya Tirkiye betal kir: Tirkiye ne bi ewle ye
    Danîmarka: "Bila YEyê mûzakereyên Tirkiyeyê bi dawî bike"
    Etîketan:
    Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Danîmarkayê, Midûrê Ewlehî yê Danîmarkayê, Bjorn Tegner Bay, Gronland
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de