11:07 24 Cotmeh 2017
Zindî
    Leşkerên amerîkî

    Leşkerekî afgan gule bi ser leşkerên amerîkî ve reşand: 7 birîndar

    © REUTERS/ James Mackenzie
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 2910

    Li bajarê Mezari Şerif ku dikeve bakurê Afganistanê leşkerekî afgan bi çekan êrişî leşkerên amerîkî kir, di êrişê de 7 leşker birîndar bûn.

    Li gorî daxuyaniya hêzên NATO yên li Afganistanê, li herêma Dehdadî ya bajarê Mezari Şerif komandoyekî afgan bi çekan êrişî leşkerên amerîkî ku ew perwerde dikirin kir. Di encama êrişê de 7 leşkerên amerîkî birîndar bûn.

    Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku leşkerên birîndar ji bo dermankirinê rakirine nexweşxaneyê û derheqê bûyerê de lêpirsîn hatiye vekirin.

    Di demên dawî de li Afganistanê êrişên ser leşkerên amerîkî her diçe zêdetir dibin. Hefteya borî jî li bajarê Nangarhara ku dikeve rojhilatê welêt 3 leşkerên amerîkî ji terefê leşkeri afgan ve hatibû kuştin.

    Bi heman mijarî:

    Li Afganistan û Pakistanê aşît: Herî kêm 140 mirî
    Sînorên Afganistan-Turkmenistanê ji darbeyên îslamîstan dihejin
    Afganistan – 49 çekdarên DAIŞê hatin kuştin
    Pakistanê êrişî Afganistanê kir: 50 kuştî
    Tekoşîna çekdarî li dijî DAIŞ li Afganistanê bê encam e
    Etîketan:
    NATO, Leşkerê afgan gule bi ser leşkerên amerîkî ve reşand, Mezari Şerif, Afganistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de