22:22 24 Îlon 2017
Zindî
    Şewata daristanê

    Agir bi daristanê ket: Zêdetirî 62 kesan di wesayîtên xwe de şewitîn

    © REUTERS/ Rafael Marchante
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 8720

    Li herêma navîn a welatê Portekîzê agir bi daristanê ket, di encama şewatê de 62 kesî jiyana xwe ji dest da û 16 kes jî birîndar bûn. Li gorî çavkaniyên herêmî piraniya miriyan di wesayîtê xwe de şewitî ne.

    160 wesayît û bi 100an agirkuj ji bo tefandina şewata daristana herêma Pedrogao Grandeyê seferber bûne, lê rêviyê agir bilibd û zû belav dibin.

    ‘TRAJEDIYA HERÎ MEZIN A SALÊN DAWÎ YE'

    Serokwezîrê Portekîzê Antonio Costa di daxuyaniya xwe ya nivîskî de şewata daristanê bi trajediyeke mezin bi nav kir û got: "Mixabin di çarçoveya şewatên daristanê yên salên dawîn de ev şewat trajediyeke gelekî mezin e."

    'DIBE HEJMARA MIRIYAN ZÊDE BIBE'

    Serokwezîr Costa di berdewamiya daxuyaniya xwe got: "Dibe hejmara miriyan zêde bibe, pêşengiya kesên ku di talûkeyê de ne em wan rizgar bikin."

    Herwiha li gorî daxuyaniya Wezareta Navxweyî ya Portekîzê herî kêm 62 kesan jiyana xwe ji dest dan û piraniya wan jî kesên di nava wesayîtan de bûn.

    Bi heman mijarî:

    Portekîz bû yekemînê pêşbirka Eurovisionê
    Merkel: "Dive YE ji Rûsyayê hetanî Portekîzê têxe nava hedefa ekonomîk a hevpar"
    Rûsyayê ‘destê alîkariyê' dirêjî Portekîzê kir
    Serokomarê Portekîzê yê berê jiyana xwe ji dest da
    Parlamentoya Portekîzê ji bo êrişên li dijî kurdan Tirkiya şermezar kir
    Etîketan:
    Şewata daristanê ya Portekîzê, Serokwezîrê Portekîzê, Antonio Costa, Portekîz
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de