23:06 24 Hezîran 2018
Doha

Rumeyhi bersiva Siûdî da: Ev rasterast dorpêç e

© REUTERS / Fadi Al-Assaad
Cîhan
Lînkê kurt
0 10

Midûrê Ofîsa Çapemenî yê Wezareta Derve ya Qetarê Ahmed bin Said er-Rumeyhi bersiva Siûdî û ragihand ku ev rasterast dorpêç e.

Daxuyaniya Erebîstana Siûdî ku ji bo krîza Qetarê gotibû ‘ ev ne dorpêç e boykot e' doha aciz kir. Midûrê Ofîsa Çapemenî yê Wezareta Derve ya Qetarê Ahmed bin Said er-Rumeyhi di axaftina xwe de got: "Welatên kendavê ên birayên me hemû qada hewayî û deriyê sînor li ser Qetarê digirin û paşî dibêjin ev ne dorpêç ev boykot e, ev rasterast dorpêç e."

Li gorî ajansa fermî ya QNAya Qetarê er-Rumeyhi krîza welatên kendavê û Qetarê nirxand û bersiva Wezîrê Derve yê Erebîstana Siûdî Adil el Cubeyr ku gotibû gavên li hemberî Qetare ne dorpêç boykot e da.

Rumeyhî di bersivdayîna xwe de got: "Ev welatên kendavê yek deriyê sînor heye ew jî girtin, qada hewayî û deryayî girtin û paşî dibêjin gavên ku me avetine ne dorpêç boykot e, ev raste raste dorpêç e. Ev rewşa heyî dubendiya daxuyaniyên wan welatan jî derdixîne holê. Ma perçekirina malbatan, zorlêkirina hemwelatiyên qetarî welat biterikînin û astengiya navbera welatan ne dorpêç be çiye na xwe."

Bi heman mijarî:

Wezîrê Derve yê Qetarê: Doha û Moskowa dixwazin gengeşiya Sûriyeyê kêm bikin
Çavuşoglu: Erdogan ji bo krîza Qetarê wê bi Trump re biaxive
Çavuşoglu bi balyozê Îmarat û Erebistana Siûdî re krîza Qetarê nirxand
Mîrê Qetarê serdana xwe ya Tirkiyeyê betal kir
Welatekî din jî balyozê xwe ji Qetarê vekişand
Etîketan:
Wezîrê Derve yê Erebîstana Siûdî, Midûrê Ofîsa Çapemenî yê Wezareta Derve ya Qetarê, Adil El Cubeyr, Ahmed bin Said er-Rumeyhi, Doha, Qetar
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de