17:25 18 Kanûn 2017
Zindî
    Li Başûrê Sûdanê birçîbûn

    279 zarokên ji 5 salî mezintir ji ber navçûnê jiyana xwe ji dest dan

    © REUTERS/ KHALED ABDULLAH
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 20

    Ofîsa Karên Însanî ya Neteweyên Yekbûyî di daxuyaniya xwe de ragihand ku li Sûdanê di nava deh mehên dawî de ji ber navçûnê zêdetirî 250 zarokên ji 5 salî mezintir jiyana xwe ji dest dane.

    Ofîsa Koordînasyona Karên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî li ser nexweşiya ji navçûnê daxuyaniyek da. Ofîsa doneyên xwe yên li ser navçûnê spart Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê û Wezareta Tenduristiyê ya Sûdanê. Li gorî daxuyaniyê, di navbera Tebaxa 2016 û 2ê Hezîrana 2017an de li Sûdanê nexweşiya dijwar a navçûnê li 15 hezar kesî der bûye û ji van 279 kesan jiyana xwe ji dest dan.

    Li gorî agahiyan ji sedî 87 mirovên jiyana xwe ji dest dane û ev jî zarokên ji 5 salî mezintir in. Ev jî dibe nêzî 250 zarok. Rayedarekî din ê tenduristiyê ragihand ku her roj mirovên nû bi vê nexweşiyê dikevin. Nexweşiya Navçûnê li zêdeyî 10 herêman belav bûye. Rayedar ji vê yekê gelekî bi fikar in.

    Tirs û fikar hene, bi nêzîkbûna dema baranê re ev rewş bêhtir belav bibe û veguhere nexweşiyeke şewbê. Her sal li Sûdanê bi sedan mirov ji ber ava nepaqij nexweş dikevin.

    Bi heman mijarî:

    Sûdan li benda veberdêrên rûsî ye
    Sûdan: 'Em dikarin çandiniya Kurdistanê bi pêş bixin'
    Li Başûrê Sûdanê 5 milyon kes rûbirûyî birçîbûnê ne
    Li Sûdanê piştî 28 salan serokwezîr hat tayînkirin
    'Ji bo zarokên birçî yên Sûdanê midexeleya tenduristiyê pêwiste'
    Etîketan:
    Nexweşiya navçûnê li Sûdanê, Ofîsa Koordînasyona Karên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, Sûdan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de