22:21 22 Gulan 2018
    Keşmir'de Hindistan askerleri

    Li sînorê Pakistan û Hindistanê şer: Kuştî û birîndar hene

    © REUTERS / Danish Ismail
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 21

    Hat ragihandin ku di navbera Pakistan û Hindistanê li sînorê Keşmîrê şer û pevçûn derket. Di encama şer de 2 kesen hatin kuştin û 3 birîndar bûn.

    Li gorî zanyariyên berdest, li sînorê Keşmîr ê navbera Pakistan û Hindistanê de şer derket. Leşkerên hindî gule berdan û di encama guleberdanê de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest da û 3 sivîl jî birîndar bûn.

    Li gorî daxuyaniya berdevkê artêşa Pakistanê leşkerên hindî ji aliyê xwe ê sînor ve li ser xeta Jandrot û Hotspringê gule berdane sivîlan, di encama gule berdana leşkerên hindî de 2 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûne û artêşa Pakistanê jî li hember gule berdana leşkerên hindî bersiv bi guleyan daye.

    Ji aliyê din ve Wezareta Derve ya Pakistanê bangî balyozê Hindistanê yê li Îslamabadê Gautam Bambawale kir û ji ber mirina sivîlan hişyariya şermizariyê gihandê.

    Bi heman mijarî:

    Li ser sînorê Keşmîrê pevçûn: 2 mirî, 8 birîndar
    Krîza Keşmîrê aloziya navbera Hindistan û Pakîstanê zêde dike
    Hindistan û Pakistan dibin endamên RHŞyê
    Hindistan piştgiriya Kurdistanê dike
    Hindistan, moşeka ku bi Rûsyayê re çêkiribû ceriband
    Etîketan:
    Pirsgirêka Keşmîr a Pakistan û Hindistanê, Wezareta Derve ya Pakistanê, Gautam Bambawale, Pakistan, Hindistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de