02:10 21 Tebax 2017
Zindî
     Moon Jae-in

    Koreya Başûr: Em dixwazin organîzeya Kûpaya Cîhanê ya 2030an bi Koreya Bakur re pêk bînin.

    © REUTERS/ Jung Yeon-Je
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 710

    Serokê Dewleta Koreya Başûr Moon Jae-in ragihand ku dixwazin bi Koreya Bakur re mazûvantiya Kûpaya Cîhanê ya 2030an bikin.

    Moon bi Serokê Yekîtiya Federasyona Futbolê ya Navneteweyî (FIFA) Gianni Infantino hevdîtin pêk anî û diyar kir ku amadene organîzeya Kûpaya Cîhanê ya 2030an bi Koreya Bakur re pêk bînin.

    Moon got: "Eger Koreya Başûr û Koreya Bakur jî din av de welatên cîran ên li Bakurê Asyayê mazûvantiya Kûpaya Cîhanê ya 2030an qebûl bikin, ev yek dibe aştiya di navbera Koreya Başûr û Koreya Bakur saz bike. Moon destnîşan kir ku Infantino jî divê bi mijarê eleqeder bibe."

    Infantino jî eşkere kir ku bi rêzdarî fikra Serokê Koreya Başûr pêşvazî dikin.

    ​Beriya niha di nûçeyan de cih girtibû ku organîzeya Kûpaya Cîhanê ya 2030an de dibe Koreya Başûr, Koreya Bakur, Çîn û Japonya pêk bîne.

    Bi heman mijarî:

    DYAyê li Koreya Başûr dest bi danîna sîstema THAADê kir
    Koreya Başûr û Koreya Bakur û gengeşiya ji ber ceribandina moşekan
    Koreya Başûr: Amerîka heta bi me neşêwire êrişî Koreya Bakur nake
    'Amerîka plan dike ku çekên kimyewî li Koreya Başûr bi cih bike'
    Koreya Başûr ezmûnên Koreya Bakur ên moşekan şermezar kirin
    Etîketan:
    mazûvanî, organîze, Moon Jae-in, Koreya Başûr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de