09:01 17 Tebax 2017
Zindî
    Girtîgeh

    Çekdaran 11 kes kuştin û 900 mehkûm ji girtîgehê berdan

    © AP Photo/ Vincent Thian
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 5311

    Li bajarê Benî yê Komara Kongoya Demokratîk di encama êrişa çekdarî de 900 mehkûmî ji girtîgehê firar kir û di şer û pevçûnan de 11 kes hatin kuştin.

    Waliyê Kivuya Bakur Julien Paluku di axaftina xwe de ragihand ku hinek kesên çekdar li bajarê Benî ku dikeve rojhilatê welat êrişî girtîgehê kirin, di êrişê de 8 karmendê girtîgehê 11 kes kuştin. Di êrişê de êrişkaran 900 mehkûm serbest berdan, tenê 30 mehkûm di girtîgehê de hiştin.

    Li gorî daxuyaniya walî li bajarê Benî, Burembo û li derdora wê qedexeya derketina derve hatiye ragihandin û li kolanan tenê wê hêzên ewlehî yên kongoyî hebin. Nasnameya êrişkaran nayê zanîn, lê li gorî agahiyan piraniya endamên rêxistina Tifaqa Hêzên Demokratîk (ADF) di wê girtîgehê de diman û rêxistinê çend caran ji bo serbest berdana endamên xwe rêvebir tehdîd kiribûn.

    ADF di salên 1990î de li welatê Ugandayê hat avakirin, paşî navenda xwe kişande Kongoyê û êrişên xwe yên li wir zêde kirin. Ji sala 2014an û vir ve ADF herî kêm ji kuştina hezar însanî mesul tê girtin.

    Bi heman mijarî:

    Buldan: Cihê parlamentaran ne girtîgeh in, parlamento ye
    Sizaya ateîzmê li Erebistanê Siûdî: 2.000 qamçi û 10 sal girtîgeh
    Cezayê gumanbarê Mutlu Kayayê diyar bû: 15 sal girtîgeh
    Demirtaş li girtîgehê wêneyek çêkir
    200 girtî bi bihaneya biçin nimêja înê ji girtîgehê reviyan
    Etîketan:
    900 mehkûmî ji girtîgehê firar kir, Waliyê Kivuya Baku, Julien Paluku, Kongo
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de