16:26 22 Gulan 2018
    Cesc Fabregas FC Barcelona

    Lixwekirina formayê Barcelonayê bû 15 sal ceza

    © Fotobank.ru/Getty Images / David Ramos
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 12

    Li welatên kendavê yên erebî krîza Qetarê her diçe zêdetir dibe. Îmarata Erebî lixwekirina formayê Barcelonayê qedexe kir.

    Li gorî zanyariyên berdesy Îmarata Erebî ji ber ku sponsorê cilên tîma Barselonayê, Hêla Esmanî ya Qetarê ye û li ser forma û cilên wan navê Qetarê heye, lixwekirina van cil û formayan qedexe kir. Li gorî rojnameya La Repubblica ya îtalî, rêvebiriya Îmratê daye xuyakirin ku kî cilên Barselonayê li xwe bike dê 15 sal cezayê zîndanîkirinê an jî 110 hezar sterlîn ceza lê were birîn.

    Li gorî heman nûçeyê dibe qedexeya ser formaya Barselonayê li 10 welatên din ên pêwendiya xwe ya ligel Qeterê birîne, were pêkanîn.

    Piştî belavbûna gotareke Mîrê Qeterê di ajansa fermî ya nûçeyan a wî welatî de ku behsa giringiya rola Îranê kiribû û piştgirî dabû Hemas û Birayên Musliman, di navbera wî welatî û Erebistana Siûdiyê û welatên din ên Kendavê û çend welatên erebî de krîz derket.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Mîrê Qetarê serdana xwe ya Tirkiyeyê betal kir
    Welatekî din jî balyozê xwe ji Qetarê vekişand
    Pûtîn û Erdogan krîza Qetarê axivîn
    Berdevkê Serokomariya Tirkiyeyê: Rawestandina têkiliyan bi Qetarê re em xemgîn kirin
    Zarîf, bi Tirkiye û welatên cîran re krîza Qetarê axivî
    Etîketan:
    Krîza welatên erebî, Îmarata Erebî, Qetar, Kendava Erebî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de