02:34 13 Kanûn 2017
Zindî
    DAIŞ

    DAIŞê gef li Erebistana Siûdî xwar: Dê dora we jî bê

    © REUTERS/ Stringer
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 20

    Hate ragihandin ku DAIŞê beriya êrişa xwe yê li Tehranê ku 17 kes can dan, gef li Erebistana Siûdî xwariye, ‘Dê dora we jî bê'

    Li gorî Reutersê ku ji Site Intelligence ragihandiye, di vîdyoya ku tê payîn beriya êrişa Tehranê hatiye tomarkirin de 5 mîlîtanên rûpoş şîeyên li Îranê tehdîd dikin û piştre jî bo Erebistana Siûdî ‘Dê dora we jî bê'.

    Mîlîtanan di dawiya vîdyoyê de bo Erebistana Siûdî dibêjin, ‘Piştî Îranê dê dora we jî bê.'

    Roja çarşemê di êrişên li Parlamentoya Îranê û tirba Xumeynî de 17 kes jiyana xwe ji dest dabûn. DAIŞê li ser bûyerê berpirsyariya xwe ragihandibû.

    Rayedarên Îranê eşkere kiribûn 5 êrişakarê endamê DAIŞê hemwelatiyên Îranê ne.

    Pasdarên Îranê jî diyar kiribûn kul i pişt bûyerê Erebistana Siûdî heye, lê Erebistanê jî îdiayan red kiribû.

    Bi heman mijarî:

    DAIŞ: Heta hiqûqa şerîatê li Îranê neyê sazkirin dê êrişên me dewam bike
    Rûsya: Rojavayî tênagihin ku dijminê rastîn ne Rûsya ye, DAIŞ e
    Îdiaya ku ‘DAIŞ li Dîlokê pirtûkan difroşe'
    ‘DAIŞ amadehiya êrişên kîmyewî dike'
    'DAIŞ hucreyên çekên kimyewî ava dike'
    DAIŞ li Mûsilê 16 sivîlên ku dixwestin birevin îdam kirin
    Etîketan:
    vîdyo, gef, DAIŞ, Reuters
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de