07:48 12 Kanûn 2017
Zindî
    Rêxistina Hevkariya Şanghayê (RHŞ)

    Hindistan û Pakistan dibin endamên RHŞyê

    © Sputnik/ Vladimir Astapkoviç
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 10

    Lûtkeya Rêxistina Hevkariyê ya Şanghayê(RHŞ) li paytexta Kazaxistanê, Astanayê dest pê kir. Endammîtiya Pakistan û Hindistanê dê di vê lûtkeyê de bi dawî bibe.

    Lûtkeya du-rojî ya RHŞ îro li Astanayê dest pê dike ku dê mijarên bipêşxistina rêxistinê, terora navneteweyî, rewşa Afxanistan û Rojhilata Navîn dê tê de were gotûbêjkirin. Di çarçoveya vê civînê de ku serok jî dê tê de li hev bicivin, endamîtiya Hindistan û Pakistanê jî dê temam bibe. RHŞ bi beşdarbûna herdû welatan dê bibe yek ji mezintirîn rêxistinên cîhana ku dê nêzîkî 3 milyar mirovî di bin banê xwe de bigihîne hev.

    NAZARBAYEV: LÛTKEYEKE DÎROKÎ YE

    Serokê Dewleta Kazakistanê Nursultan Nazarbayev ji ber endambûna Pakistan û Hindistanê, lûtke wek "lûtkeyeke dîrokî bi nav kir".

    MORGUOV: JI BO BIPÊŞKETINÊ, DÊ LEZANDINEKE NÛ BI DEST BIXE

    Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Îgor Morgulovî jî got ku bi beşdarbûna herdû weltan, RHŞyê dê derfetên wiha bi dest bixe ku bi wan dê bipêşketin lezandineke nû bi dest bixe.

    11 PEYMAN DÊ WERIN ÎMZEKIRIN

    Ji aliyê din ve, tê plankirin ku danezana Astanayê, Rêkeftina Têkoşîna li dijî Tundrewiyê di nav de, serok 11 peymanan îmze bikin.

    RHŞ di sala 2001ê de ji aliyê Çîn, Rûsya, Tacakistan, Kirgizistan û Ozbekistanê hat damezirandin û Tirkiye, Azerbeycan, Ermenistan, Kamboçiya, Nepal û Srî Lanka tê de hevkarên diyalogê ne.

    Bi heman mijarî:

    Kazakistan: Zêdebûna rageşiyê li Sûriyeyê dibe gef li ser rêkeftinên Astanayê
    Kazakistan: Êrîşa St. Petersburgê dibe ji aliyê kesekî Rûsî û ji Asyaya Navîn hatibe kirin
    Kazakistan: Em piştgiriyê didin endamtiya Îranê ya ji bo Şanghayê
    Kazakistan: "Ji bo tevlîbûna mûxalifan a civîna Astana-2an em li benda Tirkiyeyê ne"
    Kazakistan: "Ji bo hevdîtinên Astanayê em amade ne"
    Etîketan:
    Serokê Dewleta Kazakistanê, Nursultan Nazarbayev, Astana, Kazakistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de