17:58 13 Kanûn 2017
Zindî
    Polîsê Meksîkayê

    Li wî welatê Amerîkaya Latîn zêdetirî 32 hezar însan windayî ne

    © AFP 2017/ HECTOR GUERRERO
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 10

    Li welatê Meksîkaya Amerîkaya Latîn hejmara kesên windayî ji 32 hezaran derbas kir. Di nava 4 mehên dawî de hezar û 276 kes winda bûn.

    Li welatê Meksîkaya Amerîkaya Latîn hejmara kesên windayî ji 32 hezaran derbas kir.Di serê meha Rêbendana 2017an hejmara windayiyah wekî 30 hezar û 942 kes hatibû nişandan. Di nava 4 mehên dawî de hezar û 276 kes winda bûn.

    Li gorî raporta Sîstema Ewlehî ya Gelemperiya Neteweyî ya Wezareta Navxweyî ya Meksîkayê hejmara kesên windayî gihîşte 32 hezar û 218 kesan. Waqayên windabûyî yên ku neketine qeydiyan ne di nav de ne. Lig elek eyaletan derheqê windayiyan de lêkolîn û lêpirsîn têne meşandin lê ev lepirsîn pir hêdî dimeşe.

    ‘DI 30 MEHÎ DE 8 HEZAR Û 500 WINDAYÎ'

    Qeydiyên ku niha têne girtin li ser daxwaza serlêdanên kesên windayiyan têne girtin û di nava du sal û nîvî de 8 hezar û 500 qeydiyên windayî hatin tomarkirin. Tenê di nava 4 mehên dawî de hejmara kesên ku serdana qeydiya windayiyan kiriye gihîştiye hezar û 276 kesî.

    Bi heman mijarî:

    Trump: ‘Meksîka têra xwe ji Amerîkayê sûd wergirtiye'
    Koşka Spî: ‘Bi çi awayî be jî’ wê Meksîka pereyên dîwar bide
    Trumpî, dîwarê navbera Meksîka û Amerîkayê li cihê wî parast
    Li Meksîkayê guhê rojnamevanekî hat jêkirin
    Li Meksîkayê di depoya fîşekên hewayî de teqîn: 14 kuştî û 22 birîndar
    Etîketan:
    Li Meksîkayê zêdetirî 32 hezar însan windayî ne, Sîstema Ewlehî ya Gelemperiya Neteweyî ya Wezareta Navxweyî ya Meksîkayê, Meksîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de