13:46 19 Hezîran 2018
Mûsil - DAIŞ

Neteweyên Yekbûyî hejmara milîtanên DAIŞê eşkere kir

© REUTERS / Alaa Al-Marjani
Cîhan
Lînkê kurt
0 10

Li gorî raporta Sekreteriya Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) ku peşkêşî Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) kiriye hejmara milîtanên DAIŞê herî zêde dora 20 hezarî ye.

Li gorî raporta mijara tehdîd, ewlehî û aştî ya Sekreteriya Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) ku peşkêşî Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) kiriye hejmara milîtanên DAIŞê herî zêde dora 20 hezarî ye.

Di raportê de tê gotin ku hejmara milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê di nava 16 mehên dawî de bi şêweyekî berbiçav kêm bûye û hejmera milîtan niha di navbera 12 û 20 hezarî de ye. Ji gelek herêmên cihanê jî çûna milîtanan bo Iraq û Sûriyeyê sivik bûye.

Li gorî raportê ihtimala ku milîtanên nava rêxistinê vegerin welatê xwe û bi vegera xwe re dibe şer û pevçûnan jî bibin û ev tehdîdeke cidî li ser ewlehiya navneteweyî ye. Li gorî doneyên NY ji destpêka sala borî heta niha milîtanên DAIŞê ku li Iraq û Sûriyeyê şer dikin tim di binê guvaşan de ne û rastî gelek têkçûnan hatin.

Bi heman mijarî:

DAIŞ: Heta hiqûqa şerîatê li Îranê neyê sazkirin dê êrişên me dewam bike
‘DAIŞ amadehiya êrişên kîmyewî dike'
'DAIŞ hucreyên çekên kimyewî ava dike'
DAIŞ li Mûsilê 16 sivîlên ku dixwestin birevin îdam kirin
DAIŞ bi 3 seyareyên bombebarkirî êrîş kir
Etîketan:
DAIŞ, Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî (KENY), Sekreteriya Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY), Sûriye, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de