15:36 21 Hezîran 2018
Somalî

Milîtanan êrişî baregeha leşkerî kir: 70 kuştî û bi 10an birîndar

© REUTERS / Feisal Omar
Cîhan
Lînkê kurt
0 13

Milîtanên rêxistina Eş-Şebab li herêma nîv xweser a Puntlanda Somaliyê êrişî baregeha leşkerî kir, sivîl jî di nav de nêzîkî 70 kesî hat kuştin û bi dehan jî birîndar bûn.

Berpirsê leşkerî yê Somaliyê Ehmed Mohamed di axaftina xwe de got: "Milîtanên rêxistina Eş-Şebabê bi çekên giran û bi wesayîtên bombebarkirî êrişî baregeha leşkerî ya herêma nîv xweser a Puntlanda Somaliyê kirin."

Ehmed Mohamed di berdewamiya axaftina xwe de got: "Hejmara kuştiyên baregehê hê tam bi teqûz nehatiye tespîtkirin, lê li gorî doneyên destpêkê sivîl jî di nav de nêzîkî 70 kesî jiyana xwe ji dest da û bi 10an sivîl û leşker jî birîndar bûn."

Yek ji şahide bûyerê Muhammed Said di axaftina xwe de got: "Rewşa li cihê bûyerê bi rastî jî gelekî tirsnak bû, êriş tam kêliyeke ku me qet texmîn nedikir pêk hat."

Ji aliyê din ve rêxitina Eş-Şebabê di daxuyaniya xwe ya derbarê êrişê de destnîşan kir ku wan di êrişê de 61 leşkerên somalî kuştine û gelek wesayît û cebilxaneya artêşê bi dest xistine.

Bi heman mijarî:

El Şebab li Somaliyê êrişî otelê kir: 12 kuştî û 25 birîndar
Amerîkayê Qempa El Şebab bombebaran kir: 150 kuştî!
El Şebab, êrişî baregeha Yekîtiya Efrîqayê kir: Herî kêm 50 kuştî
Eş Şebab li Tirkiyeyê amadehiya êrişan dike
Etîketan:
Artêşa Somaliyê, Rêxistina Eş-Şebab, Berpirsê leşkerî yê Somaliyê, Muhammed Said, Ehmed Mohamed, Puntland, Somalî
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de