07:50 12 Kanûn 2017
Zindî
    Muhammed bin Abdurrahman El Sani

    Qetar: Em xwe teslîmî ti kesî nakin û dev ji siyaseta xwe jî bernadin

    © REUTERS/ Naseem Zeitoon
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 12

    Wezîrê Derve yê Qeterê Şêx Mihemed bin Ebdurehman bin Casim Al Sanî ji bo krîza dîplomatîk a welatên kendavê got: "Heta niha me dijminahiyek wiha nedîtiye."

    Wezîrê Derve yê Qeterê di derbarê kirîza navbera welatê xwe û Erebistana Siûdî û welatên din ên ereban de daxuyanî da. Şêx Mihemed bin Ebdurehman bin Casim Al Sanî ji bo krîza dîplomatîk a di navbera welatê xwe û welatên ereban de ragihand ku wan pêştir dijminahiyek bi awayî nedîtine. Krîz bi ti awayî çareseriya leşkerî çare nabe û di artêşa Qetarê de ti tevgerek nîne, yekîneyan cih neguhertine. Me danûstandineke wisa ji dijminên xwe jî nedîtiye."

    Casim Al Sanî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Mîrnişînên Yekîtiya Ereban %40ê elektrîka xwe bi rêya gaza xwezayî ya Qetarê peyde dike. Îranê bi ragihandina amadeyiya xwe bo alîkariya xurakê 3 benderên xwe ji bo Qeterê terxan kirine. Em bi ti awayî xwe radest nakin, em ji siyaseta derve ya xwe ya serbixwe nayên xwar."

    Bi heman mijarî:

    Qetar û Tirkiye çi pêşniyar li Esma Esad kirin?
    Qetar ji Amerîkayê bi bihayê 21 mîlyar dolarî balafir distîne
    Amerîka, balafirên şer difiroşe Qetar û Kuweytê
    Rûsya û Qetar ji bo krîza li Sûriyayê hevdîtin pêk anîtin
    Sûriye: Berbirsiyarên teqînên Lazkiye û Tartûsê Tirkiye, Erebîstana Siûdî û Qetar e
    Etîketan:
    Krîza welatên kendavê, Wezîrê Derve yê Qetarê, Şêx Mihemed bin Ebdurehman bin Casim Al Sanî, Qetar
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de