01:24 26 Îlon 2017
Zindî
    Keleşkof

    Di şerê eşîrê de 38 kes hatin kuştin û 35 jî birîndar bûn

    © AFP 2017/ SANA
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 19141

    Li gorî zanyariyên berdest, li başûrê welatê Sûdana Bakur di nava eşîra herî mezin a Dinkayê de qebileyên Apuk û Aguok şer kirin. Di şer de herî kêm 38 kes hatin kuştin.

    Cîgirê waliyê eyaleta Gagrial a Sûdana Başûr Agoth Mel di axaftina xwe de ragihand ku li bakurê welet di nava eşîra herî mezin a Dinkayê de qebîleyên Apuk û Aguokê şer kirin, di şerê herdu qebîleyan de herî kêm 38 kes hatin kuştin û 35 kes jî birîndar bûn.

    Mel di axaftina xwe de got: "Şerê navbera qebileyan ji ber nelihevkirina sînor, mera, û parnevekirina avê ye. Herdu qebîle jî îdîa dikin ku dê heyfê ji hev hilînin."

    Agoth Mel di berdewamiya axaftina xwe de got: "Piştî van şer û qetlîamên ku li Sûdana Başûr diqewimin, bêaramî li welat belav dibe û çekên destê sivîlan zêdetir dibin."

    Bi heman mijarî:

    Li Başûrê Sûdanê 5 milyon kes rûbirûyî birçîbûnê ne
    Li Sûdanê piştî 28 salan serokwezîr hat tayînkirin
    'Ji bo zarokên birçî yên Sûdanê midexeleya tenduristiyê pêwiste'
    Li Sûdanê xetereya xelayê: Dibe ku 5 milyon mirov bimirin
    Obama sepandinên li ser Sûdanê rakir
    Etîketan:
    Di şerê eşîran de 35 kes hatin kuştin, Cîgirê waliyê eyaleta Gagrial a Sûdana Başûr, Agoth Mel, Sûdana Başûr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de