21:09 23 Hezîran 2018
Hindistan

Di qezaya trafîkê de 22 rêwî ji ber şewatê jiyana xwe ji dest dan

© REUTERS / Stringer
Cîhan
Lînkê kurt
0 20

Li gorî zanyariyên berdest, li eyaleta Uttar Pradeş a Hindistanê qemyon û otobus li hev qelibîn, di encama qezayê de 22 kesî jiyana xwe ji dest da.

Li gorî rojnameya Times of India, qezaya trafîkê di navbera bajarê Lucknow û Bareilly di kîlometroya 251emîn de pêk hatiye. Li gorî daxuyaniya berpirsan sedema qezayê ji leza zêde û ji bihûrîna şaş pêk hatiye, piştî qezayê agir bi otobusê ketiye ji ber deriyên otomotîk venebûne rêwiyên di nava wesayîtê de girtî man û şewitîn.

Di encama şewata wesayîtan de 22 rewî bi şewatê jiyana xwe ji dest dan û 15 rêwî jî bi giranî birîndar bûn. Ji birîndaran rewşa geleka giran e, lewma metirsî heye ku hejmara miriyan zêde bibe.

Li Hindistanê ji ber rêyên xerabe û bêxwedî, ajovanên nezan û wesayîtên pir kevn di qezayên trafîkê de her sal bi 100 hezaran însan jiyana xwe ji dest didin.

Bi heman mijarî:

Li Hindistanê ji ber germê 167 kesî jiyana xwe ji dest da
Li Hindistanê misilmanên ku çêlek dizîn hatin kuştin
Li Hindistanê qezaya trênê: 36 mirî, 100 birîndar
Li Hindistanê qezaya wesayîtan: 24 zarok mirin û 24 jî birîndar bûn
Hindistanê moşekeke balîstîkî bi awayekî serkeftî ceriband
Etîketan:
Li Hindistanê qezaya trafîkê, Bareilly, Lucknow, Hindistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de