19:52 22 Hezîran 2018
Police and ambulance personnel, Sweden (File)

Di wargeha ku koçber lê diman de şewat derket

© AP Photo / Pontus Altin
Cîhan
Lînkê kurt
0 21

Li wargeha ku koçber lê diman ya li bajaroka Soderhamnê ya bajarê Gevle ku dikeve başûrê Swêdê şewat derket.

Li wargeha ku 70 koçber lê diman ya li bajaroka Soderhamnê ya bajarê Gevle ku dikeve başûrê Swêdê şewat derket. Hate ragihandin ku wargeh êdî nayê bikaranîn.

​Li gorî nûçeya televizyona dewleta Swêdê SVTyê, Şefê Polêsê Midûryeta Ewlekariyê Mikael Lindgren ragihandiye şewat bere sibê destpêkiriye û ji ber ku banê wargehê dar bûye, wargeh êdî nayê bikaranîn.

Hate eşkerekirin ku koçberên wargehê di demekê kin de hatine tehliyekirin, di şewatê de birîndar û mirî çênebûne. Lindgren eşkere kir li ser gumana ku wargeh hatiye şewitandin, lêpirsîn dane destpêkirin.

Li Swêdê du sala bere wargeha ku zarokên koçber lê diman hatibû şewitandin.

Bi heman mijarî:

IOM: Ji destpêka salê heta niha hezar û 89 koçber li Behra Spî jiyana xwe ji dest dan
IOM: Koçber li Libyayê wekî koleyan tên firotin
Dîsa bota koçberan binav bû: 145 koçber winda ne
Di nava hefteyekê de 500 koçber di deryayê de hatin girtin
Ji Kampa Domiz a Dihokê 6 hezar koçber derbasî Ewropayê bûn
Etîketan:
wargeh, şewat, koçber, televîzyona Swîsreyê SVT, Mikael Lindgren, Swîsre
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de