10:33 24 Hezîran 2018
Li paytexta Filîpînan Manîlayê teqîn: DAIŞê êrîş li xwe girt

Li paytexta Filîpînan Manîlayê teqîn: DAIŞê êrîş li xwe girt

© AP Photo / Bullit Marquez
Cîhan
Lînkê kurt
0 10

Hat ragihandin ku li kargeheke paytexta Filîpinan Manîlayê ya danûsdandinê teqîn çêbû. Li gor zanyarîyên şahidên bûyerê didin, piştî teqînê dengê çekan hatiye. Herwiha li ser medya civakî wêneyên birîndaran hatin parvekirin.

Li gor zanyarîyan teqîn li kargeha danûstandinê (Mall) Resorts World Manilayê pêk hat. Avahîya ku teqîn lê çêbûye ji alîyê polîsan ve hat dorpêçkirin.

Di nav avahîya bûye armanc de, gelek dikanên danûstandinê, salona sînemayê û qûmarxane hene.

Di medya cîhanî û hesabên sosyal medyayê de dîmenên birîndarên teqîna Manilayê hatin parvekirin.

​Birîndar bi ambulansan ji cihê bûyerê tên tehlîyekirin.

​Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê bûyera teqînê piştrast kir û daxwaz ji hemwelatîyên xwe kir dûrî balafirgeha Ninoy Aquinoyê bisekinin.

Êrîşa Manîlayê rêxistina terorîst DAIŞê li xwe girt.

​Li gor televizyona ANCyê di avahîyê herî kêm 2 milîtanên çekdar ên bi serpûş hebûn.

Bi heman mijarî:

Daxwaza Demirtaş nehat qebûlkirin
Bi hinceta piştgirîya Herêma Kurdistanê doz li serokomarê Iraqê hat vekirin
Hêzên Hewayî ya Rûsyayê 80 mîlîtanên DAIŞê ku ji Reqayê vediqetiyan kuştin
Pûtîn: Ji bo pêkanîna însiyatîfên bazirganiya herî wêrek li Rûsyayê hemû şert hene
Erdogan: Ji alîyê Sûriyê êrîşeke biçûk jî were em ê lêdin
Etîketan:
Filîpîn
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de