10:31 23 Çile 2018
Zindî
    ABD Başkanı Donald Trump

    Trump biriyar da ku welatê xwe ji Rêkeftina Parîsê ya Îqlîmê bikşîne

    © REUTERS/ Atef Safadi/Pool
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 20

    Axios ragihand ku Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump biryar da welatê xwe ji Rêkeftina Parîsê ya Îqlîmê bikşîne.

    Li gorî ragihandina sîteya Axiosê, ev yek dê ji aliyê Rayedarê Ajansa Parastina Derdorê (EPA) Scott Pruitt jî di nav de, komekê biçûk ve bê kifşkirin.

    Hat ragihandin ku biryara kişandina bi temamî ji peymanê ya Amerîkayê dê ev kom bide, eger biryara kişandinê bê dayîn pêvajoya kişandinê dê 3 sar dewam bike.

    Rayedarên paye bilind û hin serikên welatên Yekîtiya Ewropayê li lûtkeya NATOyê ya li Brûkselê ku hefteya borî pêk hat, hevdîtin derbarê Rêkeftina Parîsê ya Îqlîmê de bi Trump pêk anîbûn.

    ​Piştî hevdîtinan Serokê Konseya Ewropayê Donald Tusk eşkere kiribû ku Washington û Brûksel divê mijarê de xwediyê nêrînên cuda ne.

    Hatibû diyarkirin ku Trump piştî hevdîtinê dê biryara xwe bide.

    Bi heman mijarî:

    Donald Trump banga "dudo ji sedî" li NATOyê kir
    FBI ji bo ku tekilî bi Rûsyayê re daniye lêpirsîna zavayê Trump dike
    Trump: Divê NATO giraniyê bide gefên ku ji Rûsyayê bên
    Trump pêwendiyên xwe yên yekem li "çala dojehê" pêk anîn
    Trump li Qudsê çû ber dîwarê pîroz
    Etîketan:
    biryar, peyman, sîteya Axiosê, Donad Trump
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de