23:31 22 Nîsan 2018
    Afganistan

    Li herêma balyozxaneyan teqîna bi hêz: 80 kuştî 350 birîndar

    © AP Photo / Massoud Hossaini
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 12

    Hat ragihandin ku li Kabila Afganistanê li nêzî Balyozxaneya Almanyayê ku avahiya serokatiyê jî li wir e teqîneke bi hêz pek hat. Li gorî agahiyên destpêkê di teqînê de 80 hatin kuştin û nêzî 350 kesî birîndar bûn.

    Milîtanên DAIŞê
    © AP Photo / AP Photo via militant website, File
    Li gorî zanyariyên berdest, li herêma Vazir Akbar Han a Kabila Afganistanê ku nêzî Balyozxaneya Almanyayê û avahiya serokatiyê teqîneke bi hêz pek hat. Li gorî agahiyên destpêkê di teqînê de 80 kes hatin kuştin û zêdetirî 350 kesî jî birîndar bûn.

    Berpirsên ewlehî yên Afganistanêdi daxuyaniya xwe de ragihandin ku li gorî amareyên pêşî gelek kuştî û derdora 60 birîndarî heye. Ji ber hêzbûna teqemeniyê hemû camê avahiyên herêma teqînê şikestine. Hemû rêyên ku derdikevin cihê bûyerê hatine girtin.

    ​Ji aliyê din ve li gorî ajansa nûçe ya Associated Press (AP) di êrişê wesayîta bombeyî de herî 50 kes hatin kuştin û birîndar bûne. Herwiha li gorî çavkaniyên nexweşxaneyê jî heta niha 67 birîndar rakirine beşa lezgîn.

    Bi heman mijarî:

    'Emîrê DAIŞê ku Mûsil dagir kiribû hat kuştin'
    WSJ: Fransa fermana kuştinê da
    Pakistanê êrişî Afganistanê kir: 50 kuştî
    Tekoşîna çekdarî li dijî DAIŞ li Afganistanê bê encam e
    Li Afganistanê operasyon: 18 kuştî û 29 birîndar
    Etîketan:
    Li Kabile li hêrêma balyozxaneyan teqîn, Kabil, Afganistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de