12:09 24 Hezîran 2018
Lutkeya G7an li Îtalyayê

Ji Çînê bangewazîya G7an: Soza xwe bicih bînin, daxuyanîyan nedin

© REUTERS / Tony Gentile
Cîhan
Lînkê kurt
0 30

Wezareta Karên Derve ya Çînê bertek ji daxuyanîyên welatên G7an ên li ser deryayên başûrê Çînê re nîşan da.

Berdevkê Wezareta Çînê Lu Kang di daxuyanîya nivîskî de got, "Em pê gelekî nexweş in ku welatên G7an bi navê hiqûqa navnetewî li ser deryayên rojhilat û başûrê Çînê beyanan didin."

Kang Lu bangewazîya bêalîbûnê kir û da xuyakirin, "Soza ku we ji bo bêalîbûnê daye bi cî bînin û dawî li daxuyanîyên xwe yên dûrî berpirsîyarîyê bînin."

Welatên Almanya, Amerîka, Brîtanya, Japonya, Fransa, Kanada û serokên Yekîtiya Ewropayê di encamnameya Lutkeya G7an a li Îtalyayê birêve çû de, metirsîyên xwe yên li ser serwerîya deryayên rojhilat û başûrê Çînê diyar kiribûn.

 

Bi heman mijarî:

Wêneyê nû yê êrîşkarê Manchesterê hat belavkirin
Pêşmerge li Xurmatûyê êrîşa DAIŞê têk bir
Îstixbarata Îngilîz 23 hezar terorîst tesbît kir
Heşda Şabî: Me gundê Koço radestî êzidîyan kir
HSD: Tenê 3 kîlometro mane ku em bikevin Reqayê
Etîketan:
Çîn, Cîhan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de