06:46 18 Hezîran 2018
Afganistan'da Taliban saldırısı

Talîbanê êrişî milîsên ku CIA piştgiriya wan dike, kir: 13 mirî

© AFP 2018 / FARID ZAHIR
Cîhan
Lînkê kurt
0 11

Talîban di roja ewil a Rojiyê de, êrişa xwekujî li dijî koma milîsên ku Îstîxbarat a Navendî ya Amerîkayê (CIA) piştgiriya wan dike pêk anî û di encamê de jî 13 kes hatin kuştin.

Êriş li rawestgeha otobêsan a li bajarê Hostê ya Afxanîstanê pêk hat. Xwekujê Talîbanê wesayîta bombebarkirî di nav endamên ‘Hêza Herêmî ya Hostê' ku CIAyê piştgiriya wan dike û sivîlên li rawestgehê disekinîn de, teqand.

13 KES MIRIN, 2 JI WAN ZAROK 6 KES BIRÎNDAR BÛN

Berdevkê Wezareta Karên Navxweyî Necîb Danîş eşkere kir k udi encama êrişî de 13 kes jiyana xwe ji dest dane, "Armanc rawestgeh bû, kesên ku mirine bi cilên sivîl bû û eşkere kirina nasnameyên wan jî ne hêsan e."

Hate diyarkirin ku di êrişê de 2 ji wan zarok 6 kes jî birîndar bûne..

Lê şefe polêsên herêmî Feyzullah Gharîat destnîşan kir ku kesên mirine ji sivîl û endamên ‘Hêza Herêmî ya Hostê' ne.

Talîbanê doh jî êrişî baregeha leşkerî ya afxanan li Kandaharê kiribûn û di êrişê de jî 15 kes hatibûn kuştin.

Bi heman mijarî:

Talîban û DAIŞê li dijî hev şer îlan kirin
Afxanistan: Bajarê Kûndûzê ji Talîban hate paqijkirin
Talîban li Afxanîstanê êrişî cerdevanan kir: 27 kes mirin
Talîban li pey kuştina polês û leşkerên Afxanan e
Îran: 'Em destekê nadin Talîban'
Etîketan:
CIA, êriş, Îstîxbarat a Navendî ya Amerîkayê (CIA), Afxanîstan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de