21:45 21 Çile 2018
Zindî
    UNICEF - Zarok

    UNICEF: Li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê jiyana 24 milyon zarokan di xeterê de ye

    © REUTERS/ Afolabi Sotunde
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 21

    Rêxistina UNICEF ya Netewên Yekbûyî (NY) di rapora xwe ya dawî de ragihand, şer, pevçûn û duberîyên li Rojhilata Navîn û bakurê Afrîkayê bûne sedema metirsiyê li ser giyana mîlyonan zarokan.

    UNICEF 24ê Gulanê li ser malpera xwe ya fermî da xuyakirin, şer û aloziyên li Yemen, Sûriye, Iraq, Libya, Sûdan û Kerta Xeza metirsî li ser jiyana 24 milyon zarokan peyda kiriye.

    Di raporê de hat gotin, ji wan 9.6 milyon zarok li Yemenê, 5.8 milyon li Sûriyê û 5.1 milyon jî li Iraqê ne.

    Li gor UNICEFê ji ber ku di şer û pevçûnan de jêrxana kerta saxlemiyê hatiye têkdan, zarok ji çaraseriyên destpêkî hatine bê parkirin û nebaşiya sektorên weke av û elektirîkê bûne sedema belavbûna nexweşiyan ku ev nexweşî jî di asta herî bilind de bandora xwe li zarokan dike.

    Di raporê de, nebûna xwarin û derzî lêdanan, weke sedemên girîng yên metirsiya li ser jiyana zarokan tê nîşandan.

     

    Bi heman mijarî:

    Padesta: ‘Koşka Spî wek çavkanî serî li Spûtnîk û RTyê daye’
    Kulîsên AK Partîyê: Cezayê îdamê ji rojevê derket
    Di navbera PKKê û leşkerên tirk de şer derket: Polêsek mir 2 jî birîndar bûn
    Koşka Spî: ‘Kêfa Rex Tillerson qet ji hikûmeta Tirkiyê re nehat’
    Li Endonezyayê teqîn pêk hat
    Derhênerê Kurd bû jurîyê Mihrîcana Emarcî ya Navnetewî
    Etîketan:
    Rojhilata Navîn, Cîhan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de