10:40 26 Gulan 2018
Rodrigo Duterte

Duterte: Eger hûn bi me re şer bikin, hûn ê bimirin

© AP Photo / Bullit Marquez
Cîhan
Lînkê kurt
0 11

Serokê Dewleta Fîlîpînê Rodrigo Duterteyê ku serdana xwe yê Rûsyayê nîvî de hişt û vegeriya welatê xwe, gefa mirinê li kesên ku bi hêzên hikûmetê re şer dikin, xwar.

Rodrigo Duterte, ji ber nakokiyên li Mîndanaoyê ku dikeve başûrê welêt, serdana xwe yê Rûsyayê nîvî de hişt û vegeriya Manîlayê paytexta welêt.

‘HEWLDAN TÊ WATEYA MIRINA GELEK KESAN'

Duterte, civîna çapameniyê li Manîlayê li dar xist û derbarê ragihandina rewşa awarte ya li eyaleta Mîndanaoyê de got: "Ez herdem dibêjim min mecbûrê vê yekê nekin. Lewra dema min rewşa awarte li Mîndanoayê ragihand, dê ez pirsgirekên derbarê hiqûqî de çareser bikim. Eger bifikirin ku em bimirin, dê hûn bimirin. Eger hûn bi me re şer bikin, dê hûn bimirin. Eger hewldana derbeyê hebê ev yek tê wateya mirina gelek kesan. Bihêlin bila bimirin."

‘DIBE EZ REWŞA AWARTE LI GIŞTIYÊ WELET RAGIHÎNIM'

Duterte eşkere kir ku eger hejmara alîgirên tûndrew zêde bibin, dibe ez rewşa awarte li giştiyê welêt ragihînim.

‘EZ DESTÛR NADIM KU DAIŞ BIKEVE WELÊT'

Ji aliyê din ve Duterte destnîşan kir ku têkoşîna li dijî DAIŞê li Fîlîpînê geşadanên herî zehmet e û di mijara DAIŞê de dê risk hilnedin û dê hikûmet destûr nede ku DAIŞê bikeve welêt.

Duterte, piştî çalakiya mîlîtanên rêxistina Mauteyê ku Mîndanoayê dorpêç kirine, serdana xwe yê li Moskowê nîvî de hiştibû û vegeriyabû welatê xwe.

Bi heman mijarî:

Duterte ji bo şerê li dijî madeya hişbir bangî artêşê kir
Duterte: Min berê kesek ji helîkopterê avêtiye, niha çima nekim?
Duterte Amerîkayê tehdîd kir
Duterte destûr da keştiyên şer ên Rûsî
Duterte ji bo mizakereyan bangî milîtanên Ebu Seyyafê kir
Putin û Duterte li Peruyê hatin ba hev
Etîketan:
nîvî, şer, nakokî, rewşa awarte, serdan, DAIŞ, Rodrigo Duterte, Fîlîpîn
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de