18:49 27 Gulan 2018
Leşkerekî Nijeryayê li Maiduguri

Nîjeryayê dest danî ser keştiya ku ji Tirkiyeyê bi rê ketibû

© AP Photo /
Cîhan
Lînkê kurt
0 20

Polêsên gumrikê yên Nîjeryayê li keştîgeha Lagosê dest danîtin ser keştiya çek barkirî ku ji Tirkiyeyê bi rê ketibû.

Berdevkê Îdareya Gumrikê ya Nijeryayê Joseph Atta destnîşan kir ku alavên çekan û hejmarekê mezin tivîng bidesxistine.

440 TIVÎNG HATIN DESTESERKIRIN

Attah got: "Rayedaran li ser agahiyên îstîxbaratî, lêgerîn di keştiyê de li Lagosê pêk anîn. Piştî lêgerînê 440 tivîng û gelek alavên çekan hatin dîtin."

Berdevk eşkere kir ku keştî ji Tirkiyeyê bi rê ketiye û ji bo ku bale nekişîne ne jî cihê tivîng lê bûne, siwax kirine. Berdevk, derbarê bûyerê de kesekî hatiye desteserkirin û derbarê mijarê de jî lêpirsîn dane destpêkirin.

DI NAV SALÊ DE CARA DUYEMÎN E KU KARGOYA ÇEKAN TÊN DESTESERKIRIN

Rayedarên Nîjeryayê diyar kirin k udi meha Rêbendanê de di kamyonekê de 661 tivîng desteser kirine. Piştî bûyerê derbarê 3 xebatbarên gumrikê de jî lêpirsîn dane destpêkirin.

Herwiha nayê zanîn ku çekên ku tên birên dê radestî ku dere bên kirin. Li bakurê welêt di navbera rêxistina Boko Haram û hikûmeta Nîjeryayê de bûyerên tûnd diqewimin.

Bi heman mijarî:

Li Nîjeryayê êrişa mizgeftê: 20 kuştî
Li Nîjeryayê ji ber menenjitê 745 kesan jiyana xwe ji dest da
Kuçikek li Nîjeryayê pêşî li êrişa xwekujiyê girt
‘Agahiyên ku korsanên Nîjeryayê welatiyên rûsî dîl girtine rast in'
Li Nîjeryayê li hemberî dibistaneke tirkan êrîşa çekdarî pêk hat
Merkel: Komîsyona YE dixwaze bi Nîjeryayê re hevpariya koçberiyê biaxive
Etîketan:
gumrik, tivîng, keştî, çek, Joseph Atta, Nîjerya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de