15:08 25 Hezîran 2018
Artêşa Filipînê

Duterte li başûrê Filipînê rewşa awarte îlan kir

© AP Photo / Aaron Favila
Cîhan
Lînkê kurt
0 20

Hat ragihandin ku Serokê Dewleta Filipînê Rodrigo Duterte li başûrê welat li eyaleta Mindanaoyê rewşa awarte îlan kir.

Berdevkê Serokatiya Dewletê Ernesto Abella di daxuyaniya xwe de ragihand ku li bajarê Marawî yê eyaleta Mindanaoyê ji bo ku hewla aloziyê hebû li herêmê 60 rojî rewşa awarte hatiye ragihandin. Milîtanên rêxistina Mauteyê bajarê Marawî dorpêç kiribûn.

Wezîrê Parastin ê Filipînê Delfin Lorenzana jî di axaftina xwe de ragihand ku li Marawiyê hêzên ewlehî berpirsekî terorîst kuştin lewma li herêma di navbera artêş û grûban terorîst de şer û pevçûn derketiye.

Delpin Lorenzana di berdewamiya axaftina xwe de got:Di êrişa milîtanên rêxistina terorîst a Mauteyê li hemberî hêzên ewlehî 2 û polîsek hatin kuştin û bi tevahî 12 hêzên ewlehî jî birîndar bûn.

Bi heman mijarî:

Serokdewletê Filîpînan Duterte komên cîhadîst tehdît kir: Ez ê kezeba we bi xavî bixwim
Duterte destûr da keştiyên şer ên Rûsî
Duterte ji bo şerê li dijî madeya hişbir bangî artêşê kir
Duterte: Min berê kesek ji helîkopterê avêtiye, niha çima nekim?
Duterte Amerîkayê tehdîd kir
Etîketan:
Wezîrê Parastin ê Filipînê, Berdevkê Serokatiya Dewletê, Delfin Lorenzana, Ernesto Abella, Marawî, Filipîn
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de