08:29 13 Kanûn 2017
Zindî
    Robert Wexler

    Tirkiye bi lobîkarê berê yê Trump re li hev kir

    © AFP 2017/ Tim Sloan
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 25

    Brian Ballardê ku demek dirêj lobîkariya Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump kiribû, peymanekê bi bihayê 1.5 milyon dolarî bi hikûmeta tirk re mor kir. Ballard, dê faeliyetên lobiyê ji bo Tirkiyeyê birêve bibe.

    Li gorî nûçeya kovara Politicoyê û li gorî peymana ku bi şirketa Ballard Partners hat morkirin, navê herî girîng yê şirketê endamê berê yê Kongreyê Robert Wexlerê ji Floridayê dê nûnertiya Tirkiyeyê bike.

    BALLARD: HEVALBENDÊ GIRÎNG YÊN NATO Û AMERÎKAYÊ YE

    Ballardê ku hêj jî têkiliya wî bi Trump re heye, daxuyaniyekê nivîskî piştî peymanê weşanda û got: Di qada navneteweyî de mezinbûna şirkete min şadike. Ez li ben da xebatên bi hevalbendê NATOyê û Amerîkayê re me, herwiha Ballard di vir de qala Tirkiyeyê dike.

    ROBERT WEXLER KÎ YE?

    Robert Wexlerê ji Partiya Demokratan di navbera 1997-2010an de li Kongreyê peywirê kiriye, 20 sal ewil jî rolekî girîng di avakirina Koma Dostanî ya Tirkiyeyê li Mevlîsa Nûneran de, lîst. Wexlerê ku di warê lobiye de nû ye, di meha Adarê de beşdarî Ballard Partnersê bû.

    Bi heman mijarî:

    Tirkiye li hemberî YPGê ji ASAyê artêşeke 10 hezar kes ava dike
    ‘Tirkiye hewl dide artêşeke nû li Bakurê Sûriyeyê ava bike'
    'Tirkiye artêşa azad ji şer re amade dike'
    Di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de derîyekî din vedibe
    ‘Tirkiye dixwaze helwestekê serbixwe di nav NATOyê de bide nîşandan’
    Etîketan:
    morkirin, peyman, lobîkar, Kovara Polîtîco, Robert Wexler, Ballard Partners, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de