03:34 14 Kanûn 2017
Zindî
    ABD Ulusal İstihbarat Direktörü Dan Coats

    Amerîka: Têkilî di navbera êrişa Manchesterê û DAIŞê de nehat dîtin

    © REUTERS/ Yuri Gripas
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 11

    Îstîxbarata Amerîkayê, tevî daxuyaniya DAIŞê ragihand ku hêj têkilî di navbera êrişa Manchesterê ku di encamê de 22 kes jiyana xwe ji dest dan û rêxistinê de nedîtine.

    Dîrektorê Îsrîxbata Neteweyî ya Amerîkayê Dan Coats derbarê êrişa Manchesterê de li Komîteya Beşa Çekan de axivî û got: "Divê ez behsa ku DAIŞê li ser êrişê berpirsyariya xwe ragihandiye, bikim. Em dikarin bibêjin ku rêxistin berpirsyariya hemû êrişan radigihîne. Me têkiliyan hêj tespît nekiriye."

    DAIŞ berpirsyariya êrişa di dema konsera stranbêj Ariana Grande ya amerîkî li Machester Arenayê ku di encamê de 22 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, ragihandibû.

    Bi heman mijarî:

    Êrîşa terorê ya li Manchesterê
    Nasnameyê êrişkarê Manchesterê eşkere bû
    DAIŞê li ser êrişa li Manchesterê berpirsyariya xwe ragihand
    Li Manchesterê navendeke danûstandinê hate valakirin
    May: Polîs nasnameya êrişkarê Manchesterê dizane
    Pûtîn ji bo êrişa Manchesterê peyama sersaxiyê ji May re şand
    Etîketan:
    tespîtkirin, êriş, DAIŞ, têkilî, Dan Coats, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de