05:20 11 Kanûn 2017
Zindî
    Katalonya

    ‘Katalonya serxwebûna xwe îlan dike'

    © AFP 2017/ Josep Lago
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 20

    Li gorî rojnameya El Pais a Îspanyayê heke hikûmeta navendî destûra referandumê nede wê Katalonya serxwebûna xwe îlan bike. Hikûmetê berê daxwaza referandumê qebûl nekiribû.

    Rojnameya El Pais a Îspanyayê di nûçeya xwe de îdîa kir ku heke hikûmeta navendî destûra referandumê nede wê Katalonya serxwebûna xwe îlan bike. Hikûmeta navendî ya Îspanyayê ji bo Destûra Bingehîn rê nade pêkanîna referandumeke herêmî bi zimanekî eşkere ev daxwaz qebûl nekiribû.

    Li gorî îdîaya rojnameyê, hikûmeta Katalonyayê amadehiya pêvajoya hiqûqî ya veqetandina ji Îspanyayê qedand. Heke hikûmeta navendî destûrê nede wê Katalonya plan dike ku di serê meha îlon an jî cotmehê de serxwebûnê îlan bike.

    KATALONYA: EM REFERANDUMÊ LI DAR BIXIN

    Parlamentoya Katalonyayê di dawiya 2016an de nexşerêya xwe ya serxwebûnê diyar kiribû û ragihandibû ku ji bo vê pêşî wê di sala 2017an de referandumê li dar bixe. Herwiha Dadgeha Destûra Bingehîn a Îspanyayê jî di meha sibata borî de daxwaza referanduma serxwebûnê ya Katalonyayê betal kiribû, hikûmeta herêmî ya Katalonyayê jî di daxuyaniya xwe de ragihandibû ku ew vê biryarê nasnakin dê referandumê li dar bixin.

    Bi heman mijarî:

    Katalonya 10 nûnertiyên din vedike
    KATALONYA - Serokê serxwebûnxwaz sonda Spanyayê nexwend
    Ji Parlamentoya Katalonyayê biryara ‘referanduma serxwebûnê'
    Serokê Katalonyayê: Referandûm ya dê çêbibe ya dê çêbibe
    Ji bo serxwebûna Katalonyayê biryara dawîn a dadgehê derket
    Etîketan:
    Katalonya serxwebûna xwe îlan dike, Hikûmeta Navendî ya Îspanyayê, Hikûmeta Herêmî ya Katalonyayê, Katalonya, Îspanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de