09:10 21 Hezîran 2018
Li Manchester Arenayê teqîn

Li Manchester Arenayê teqîn: Bi kêmî 20 kesan can da

© AP Photo/ Peter Byrne
Cîhan
Lînkê kurt
0 10

Li dema konsera Ariana Grande ya li Manchester Arena ya bajarê Manchestera Brîtanyayê, teqîn çêbû. Li gor agahîyên destpêkê herî kêm 20 kesan jiyana xwe ji dest da, bêhtirî 100 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin, li nav Manchester Arenayê li dema konserê bombeyek teqîya. Li gor agahîyan gelek ambûlans ber bi cihê bûyerê çûne. Medya îngilîzan ragihand ku bi kêmî 20 kesan can daye û 100 kes zêdetir jî birîndar bûne.

Li gor medya Îngilîzî kesên jiyana xwe ji dest dane piranî temenê wan di navbera 13-18 salî de ye.

​Di dîmenên li ser torên civakî hatine belavkirin de, beşdarên konserê bi hawar û qêrîn direvin.

​Polîsan piştrast kir ku li cihê bûyerê mirî û birîndar hene. Rayedarên polîsan dan xuyakirin ku ew mudaxeleyê li rûdanekê dikin. Bi sedan kes ji salona konserê hatin tehlîyekirin.

Dîmenên reva beşdaran piştî teqînê li ser medya civakî hatin belavkirin. Herwiha li dîmenên ku mirî û birîndaran ên xedarîya teqînê nîşan didin jî li ser gelek hesabên medya civakî hatin parvekirin.

Bi heman mijarî:

Nûnerê NY: Barzanî bi fermî agahîya referandûmê da
Rûsya: McCain sînorê ehlaqê dabezandîye
Amerîkayê bangewazîya 'dîyaloga kûr' li Tirkiyê kir
Bi hezaran dolarên sexte hatin zeftkirin
Tarîxa Ceneva 7an dîyar bû
Etîketan:
Teqîn, Manchester Arena, Îngilistan, Brîtanya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de