11:43 21 Hezîran 2018
Hindistan

Li Hindistanê ji ber germê 167 kesî jiyana xwe ji dest da

© REUTERS / Amit Dave
Cîhan
Lînkê kurt
0 20

Hat ragihandin ku li eyaleta Telangana ya Hindistanê ji 1ê Nîsanê ve ji ber germa zêde 167 kesî jiyana xwe ji destb da.

Li gorî rojnameya Hindustan Timesê ku dispêre berpirsên rêvebiriya afet ya eyaleta Telanganayê, di rojên dawî de li gelek herêmên eyaletê germahî hewayê ji 40 pîleyî zêdetir bûye û ji ber germa zêde ji 1ê Nîsanê ve 167 kesî jiyana xwe ji dest daye.

Hat ragihandin ku li herêmên Bhadrachalam, Ramagundam û Nalgonda ya eyaleta Telanganayê germahiya hewayê gihîştiye 46 pîleyî. Li gorî amareyên meterolojiyê pêla germê li herêmên eyaleta Telanganayê dê hetanî hefteya pêşiya me jî bidome.

Bi heman mijarî:

Hindistan, moşeka ku bi Rûsyayê re çêkiribû ceriband
Krîza Keşmîrê aloziya navbera Hindistan û Pakîstanê zêde dike
Izvestiya: "Hindistan dixwaze ji Rûsyayê moşekên kruz bistîne"
Hindistan dê konsolosxaneya xwe li Hewlêrê veke
Hindistan – Li dijî pergala Kastê berxwedan: 7 mirî
Etîketan:
Li Hindistanê ji ber germê 167 kesan jiyana xwe ji dest da, Telangana, Hindistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de