05:40 25 Îlon 2017
Zindî
    Japonya - Fukuşima - deprem

    Japonya bo xwe bigihîne mantoya Dinyayê sontaj plan dike

    © REUTERS/ Toru Hanai
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 4372

    Ajansa Teknolojî û Zanistiya Bejahî û Behrê ya Japonyayê (JAMSTEC) sontajekê heta 6 kîlometroyan (3,7 mil) li bine okyanusê bo xwe bigihîne mantoya dinyayê, plan dike.

    Profesorê ji Zanîngeha Kanazawayê Susumu Umino ji rojnameya The Japan Newsê re axivî û got: "Di serî de mesref û gelek mijar hene ku bên çareserkirin. Umino eşkere kir ku xebatên berî projeyê dê gelek alîkarî bo projeye bike."

    Tê payîn ku bihayê projeyê li dora 540 mîlyon dolarî be. Lêkolîner hevî dikin ku projeya bi sontaja keştiyekê behrê bê kirin, heta 2020an an jî herî dereng heta 2030an dest pê bikin.

    Tîmekê ku ji lêkolînerên JAMSTECê pêk tên, di meha Îlonê de li Hawaîî yê xebatekê berî pêk bînin.

    Lêkolîner bi vê projeyê hêvî dikin ku derbarê mantoya dinyayê de agahiyên berfireh bidest bixin.

    Bi heman mijarî:

    Dinya dihêje: Piştî Japonya New Zeland jî hejiya
    Japonya gelo bibe hêzek nukleerî
    Japonya dikele
    Japonya zagonên derbarê bikaranîna hêzê dûpatkir
    Japonya: Em bi projeyên girîng hatin Kurdistanê
    Etîketan:
    plan, proje, dinya, manto, sontaj, The Japan Newsê, Japonya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de