09:57 24 Nîsan 2018
    BM Suriye Özel Temsilcisi Staffan de Mistura ve Suriye'nin BM Büyükelçisi Beşar el Caferi

    Mistura: Hebûna kurdan li Sûriyeyê nayê piştguhkirin

    © AFP 2018 / Stanislav FILIPPOV /
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 10

    Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê Staffan De Mistura beriya hevdîtinên tura 6emîn a Cenevreyê ragihand ku hebûna kurdan li Sûriyeyê nayê piştguhkirin.

    Staffan de Mistura / Hevdîtinên Astanayê
    © AFP 2018 / Kirill KUDRYAVTSEV
    Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê Staffan De Mistura beriya hevdîtinên tura 6emîn a Cenevreyê li ser pirsa nameya Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) ragihand ku hebûna kurdan li Sûriyeyê nayê piştguhkirin.

    Staffan De Mistura di axaftina xwe ya civîna çapemeniyê de got: "Di tura 6emîn a hevdîtinên aştî yên Sûriyeyê de wê rêvebiriya demborî, Destûra Bingehîn, hilbijartin û mijarên tekoşîna dijterorê bi şêweyekî berfireh dê werin nirxandin. Pêşî hemû heyet dê werin Cenevreyê û li gorî hevdîtinan civîn wê hetanî 19 an jî 20ê Gulanê dewam bikin."

    EZ HEMÛ NAMEYAN BI BALDARî DIXWÎNIM

    De Mistura di bersivdayîna xwe ya ji bo nameya endamên ENKSê de jî got: "Ji bo van nameyên ku ez werdigirim ez şîroveyan nakim. Lê nameyên ku ji min re tên ez hemûyan bi baldarî dixwînim. Wekî tê zanîn di nava Lijneya Revebir a Navendî de nûnerên kurdan jî hene. Nabe ku li Sûriyeyê hebûna kurdan were piştguhkirin."

    Endamê Komîteya Têkiliyên Derve yê ENKSê Siyamend Haco di axaftina xwe de ragihandibû ku wan nameyek şandine Ofîsa Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê li Sûriyeyê Staffan De Mistura û got: "Bi zanebûn dixwazin kurdan têxin plana paş."

    Bi heman mijarî:

    De Mistura: "Îro rojeke girîng e"
    'Şamê de Mistura red kir'
    De Mistura bangî Rûsya Tirkiyeyê û Îranê kir
    De Mistura: Em dikarin encamên Astanayê li Cenevreyê bi kar bînin
    De Mistura sipasiya Îranê Tirkiye û Rûsyayê kir
    Etîketan:
    Hevdîtinên aştî yên hikûmeta Sûriyeyê û muxalifan, Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriye (ENKS), Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê, Siyamend Haco, Staffan De Mi, Sûriye, Cenevre
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de