04:22 16 Kanûn 2017
Zindî
    Koreya Bakur

    Ji Koreya Bakur bo Amerîkayê pêşniyareke nû

    © Sputnik/ Iliya Pitalev
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 21

    Dîplomatê Koreya Bakur ku ji têkiliyên Amerîkayê berpirsyar e Choe Son Hui ragihand ku di şertên rast de em dikarin bi Amerîkayê diyalogê deynin.

    Dîplomat Choe Son Hui dema ji Norveçê diçû Pyongyangê li paytextê Çînê li Pekînê bersivên rojnamevanan da. Choe li hemberî pirsa ‘gelo hûnê bi Serokê Amerîka yê nû Donald Trump re hevdîtinê bikin' got: "Dema şert çebûn em ê diyalogê deynin."

    Choe Son Hui di bersevdayîna pirsa ‘li Koreya Başûr Moon Jae-inê hevalbendê diyalogê bû serokê welat hûn ji bo pêwendiyên navbera herdu dewletan amadehiyan dikin' got: "Em ê temaşe bikin."

    Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo krîza ku Koreya Bakur ceribandinên nûkleerî pêk tîne gotibû ‘em ê rêyên dîplomatîk hilbijêrin.' Herwiha Trump jî gotibû di binê şertên rast de ez dikarim bi serokê Koreya Bakur Kim Jong-un re hevdîtinekê bikim.

    Bi heman mijarî:

    Amerîka welatiyên xwe ji bo neçûna Koreya Bakur hişyar kirin
    Çîn û Koreya Bakur û rexne û pêwendiyên wan
    Pentagon: Êrîşkariya Rûsyayê piştî gefa Koreya Bakur tê
    Koreya Bakur hişyariya şerê nukleerî li DYAyê kir
    Koreya Bakur Amerîka tehdîd kir: Em ê nokava wan bikin perçeyên hasin
    Etîketan:
    Serokê Amerîkayê, Dîplomatê Koreya Bakur, Donald Trump, Moon Jae-in, Choe Son Hui, Amerîka, Koeya Bakur
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de