01:53 25 Hezîran 2018
Amerîka - NATO

Gelo NATO wê beşdarî şerê dijî DAIŞê bibe?

© REUTERS / Ints Kalnins
Cîhan
Lînkê kurt
0 10

Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel destnîşan kir ku wê li ser mijara beşdarbûna NATOyê ya şerê li dijî DAIŞê bifikirin.

Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel û Sekreterê Gelemper yê NATOyê Jens Stoltenberg îro pêrşemê li Berlînê hatin ba hev.

Merkel li ser pirsa gelo NATO dê beşdarî hêzên koalisyona navnetewî ku DYA serkêşiya wê dike û li dijî DAIŞê şer dike bibe an nebe got: "Min pêşniyariya berdewamkirina hevdîtinên li ser vê mijarê li sekretere gelemper kir."

Merkelê amaje kir ku dibe biryara vê yekê di Lûtkeya NATO ya ku 25ê Gûlanê de bê lidarxistin, bê eşkerekirin.

Stoltenberg amaje kir ku ew bi hêviye ku biryar heta roja lûtkeyê eşkere bibe û diyar kir ku NATO li ser bingeha perwerdekirina leşkerî ava bûye û ev yek wê wisa bimîne û got: "Beşdarbûna NATOyê ya koalîsyonê, wê rola wê neguhere."

Bi heman mijarî:

Konvoya leşkerî ya NATOyê rastî êrişê hat: 8 kuştî û 25 birîndar
Çavuşoglu: Berî Zîrweya NATOyê wê Erdogan û Trump hevdîtinekê pêk bînin
Ji Tillerson bo NATOyê: Xercîneyên parastinê zêde bikin
Rûsya: Bêyî referandûmê endamtiya Karadagê ya NATOyê polîtîkayeke bêkêr e
Trump pêşiya Karadagê ya ji bo endamtiya NATOyê vekir
Etîketan:
şerê li dijî daişê, nato
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de