04:50 19 Çile 2018
Zindî
    Albert Einstein'ın resmi St. Petersburg duvarında

    Keçekê ji Einstein û Hawking zîrektir li Brîtanyayê hat dîtin

    © AP Photo/ Dmitri Lovetski
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 20

    Keçekê 12 salî ku encama testa IQ ya wê ji zanyarên navdar Stephen Hawking û Albert Einstein bilindtir re li herêma Cheshire ya Brîtanyayê hat dîtin.

    Li gorî nûçeya rojnameya Independent ragihand ku Rajgauri Pawar a 12 salî ku bi eslê xwe hîndî ye û li herêma Cheshire ya Brîtanyayê dijî ji Hawking û Einstein zîrektir e. Li gorî nûçeyê Pawar di testên IQyê de 162 pûan hilgirt û zanyarên navdar li pey xwe hişt.

    ​Bavê Pawer, Dr. Surajkumar Pawar ku li Zanîngeha Manchesterê mamosteya jî got: "Keça min bo mirovên herî ciwan ku vê encamê bidestxist."

    Li gorî ragihandina Times of India yê, piştî eşkere kirina encaman ‘Civaka Mensa yê Brîtanyayê' ku ji kesên IQ ya wan bilind pêk tên, pêşniyara endamtiyê li keça biçûk kiriye.

    Sînorê zîrektiyê ya encamên IQyê 140 pûan e. IQ ya Albert Einstein û Stephen Hawking jî tê payîn ku 160 pûan in.

    Bi heman mijarî:

    Hawking: Fezayî dê mezintirîn gef bin li ser mirovan
    Hawking: Heta sed salan terka dinyayê bikin
    Fizîkzanê brîtanî Hawking: Divê heta 100 salan em dinyê biterikînin
    Fizîknasê navdar Stephen Hawking rakirin nexweşxaneyê
    Etîketan:
    dîtin, IQ, zîrek, keç, rojnameya Independent, Albert Einstein, Stephen Hawking, Rajgauri Pawar, Brîtanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de