00:50 18 Çile 2018
Zindî
    Fizîknas Stephen Hawking

    Hawking: Fezayî dê mezintirîn gef bin li ser mirovan

    © AFP 2018/ Justin Tallis
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 20

    Fîzîkzanê ingilîzî Stephen Hawkingê ku gotibû, sed sal ji miorvatiyê re mane îdîa kir ku mezintirîn gefa ku mirov dê di lêgerîna xwe ji bo gerestêrên nû de bibîne, heyberên derveyî cîhanê ne.

    Profesor Hawkingê ku piştî Albert Einsteinî, dihesibe yek ji giringtirîn fîzîkzanê teorîk ê cîhanê, gotibû ku divê mirov ji xwe re mêtîngehan li gerestêrên din ava bikin. Hawkingî bi bîr anî ku ihtimal heye, mirov tûşî cûreyên bipêşketîtir ên jiyanê bê û diyar kir ku dibe ev tişt bibe sedema encanên neyênî. Fîzikîzanê ingilîzî got ku muhtemelen, fezayî dê ji mirovan bipêşketîtir bin lewra dibe mirovan wek bakteriya bibînin.

    '100 SAL JI MERIVAN RE MAN'

    Hawkingî bal kişand ser germbûna cîhanî, zêdebûna gelheyê û nexweşiyên vegir û diyar kir ku ji bo mirov bikare dola xwe bidomîne, divê di hundirê sed salî de li gerestêreke din bijî. Hêjayî gotinê ye ku Hawkingî ev daxuyaniyên xwe di çarçoveya belgefilmê "Expedition New World" de anîn ziman.

     

    Bi heman mijarî:

    Hawking: Heta sed salan terka dinyayê bikin
    Fizîkzanê brîtanî Hawking: Divê heta 100 salan em dinyê biterikînin
    Fizîknasê navdar Stephen Hawking rakirin nexweşxaneyê
    Etîketan:
    Stefen Hawking, Dinya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de