11:11 23 Çile 2018
Zindî
    Alaya Kurdistanê

    The Times: Kurd payîzî referandumê li dar dixin

    © AFP 2018/ FABRICE COFFRINI
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 20

    Li gorî rojnameya The Times a îngîlîzî ku dispêrê şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê, kurd payîzî bajarê Kerkûkê jî di nav de wê referandumê li dar bixin.

    Rojnameya The Times a îngîlîzî di nûçeya xwe de ku dispêre berpirsên paye bilind ê Herêma Kurdistanê ragihand ku Herêma Kurdistanê ji bo ku demsala payîzî referandumê li dar bixe amadehiyên xwe dike. Wezîrê Derve yê hikûmeta Bexdayê yê berê Xoşyar Zebarî di hevpeyvîna xwe ya rojnameyê de got: "Me ji pêşeroja Iraqê hêviya xwe biriye. Niha em li benda dawîbûna operasyona Mûsilê ya li dijî DAIŞê ne û li gorî plansaziyê wê di payîzî de referandum were lidarxistin."

    Zebarî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Hemen piştî referandumê dibe serxwebûn neyê ragihandin ji bo ku wê mijarên naskirin û pirsgirêkên axê werin muzakerekirin."

    ​Serşêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî Hemin Hewramî jî di axaftina xwe ya heman rojnameyê de got: "Bajarê Kerkûkê jî wê têkeve nava rewferandumê. Barzanî û Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence mijara referandumê bi şêweyekî cidî nirxandin. Niha jî em bi Wezareta Derve ya Îngîltereyê re hevdîtinan pêk tînin."

    Bi heman mijarî:

    ‘Destdirêjiya Îranê bo Kurdistanê nayê qebûlkirin'
    Fermandarê amerîkî Milley: Em ê aramiya Kurdistanê biparêzin
    Parlamentarê Brîtanî: Em serxwebûna Kurdistanê ji nêzîk ve dişopînin
    Barzanî: Tu kes nikare peşiya serxwebûna Kurdistanê bigire
    Norman Paech: Pêşî li ber serxwebûna Kurdistanê vekiriye
    Etîketan:
    Referanduma Herêma Kurdistanê, Rojnameya The Times a îngîlîzî, Hemin Hewramî, Xoşyar Zebarî, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de