22:19 24 Îlon 2017
Zindî
    Lehiya Kolombiyayê

    Bilançoya miriyên lehiya Kolombiyayê diyar bû: 370 mirî

    © REUTERS/ Kolombiya Devlet Başkanlığı
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 14 0 0

    Li gorî daxuyaniya Serokê Dewleta Kolombiyayê ji 31ê Adarê ve di encama lehiya ku li welat pêk hat de 370 kesî jiyana xwe ji dest da.

    Hezaza li Guatemalayê
    © AP Photo/ Moises Castillo
    Serokê Dewleta Kolombiyayê Juan Manuel Santos di daxuyaniya xwe de ragihand ku ji 31ê Adarê ve di lehiya ku li welat pêk hat de 370 kesî jiyana xwe ji dest da.

    Juan Manuel Santos li bajarê Caliyê piştî civîna Komîteya Rîsk a Neteweyî ku li seranserê welat lehî pêk hat de daxuyaniyeke çapemenî li dar xist. Santos di axaftina xwe de got: "Di lehî û zelzelaya ku li welat pêk hat de heta niha 370 kesî jiyana xwe ji dest da.

    Santos di berdewamiya axaftina xwe de got: "Li seranserê welat li 192 navçe û bajaran lehî, zelzele û bûyerên lezgîn çêbûn, di van bûyeran de bi temamî 370 kesî jiyana xwe ji dest da û hê jî 76 kes windayî ne.

    Bi heman mijarî:

    Serokê Venezuelayê Maduro Kolombiya tehdîd kir
    Kolombiya peymana nû ya aştiyê erê kir
    Kolombiya û FARC ji lîsteya namzetî ya Xelata Aştî ya Nobelê hatin derxistin
    Hezaz li Kolombiyayê: 112 mirî
    Li Kolombiyayê hezaz: 17 mirî
    Etîketan:
    Di lehiya Kolombiyayê de 370 kes mirin, Serokê Dewleta Kolombiyayê, Juan Manuel Sant, Calî, Kolombiya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de