18:42 25 Hezîran 2018
Peykerê `Astana-Bayterek`

Ji bo hevdîtinên aştî yên Sûriyeyê hemû alî gihîştin Astanayê

© Sputnik / Ekaterina Chesnokova
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Li gorî zanyariyên berdest, ji bo hevdîtinên aştî yên Sûriyeyê hemû aliyên beşdar gihîştin paytextê Astanaya Kazakistanê.

Astana görüşmeleri
© AFP 2018 / Stanislav FILIPPOV
Serokê Daîreya Çapamenî ya Wezareta Derve ya Kazakistanê Anuar Jaynakov di axaftina xwe ya ajansa Spûtnîkê de got: "Hemû aliyên beşdar ku wê tevlî hevdîtinên aştî yên Sûriyeyê li Astanayê bibin gihîştin Kazakistanê. Civînên navbera aliyan wê du rojan bidomin. Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê Staffan De Mistura û serokê heyetên Tirkiye û Rûsya jî li vir in."

‘AMERÎKA NÛNEREKÎ PAYE BILIND ŞAND'

Amerîka, di hevdîtinên berê yên Astanayê de balyozê xwe yê Kazakistanê George Krol dişand, lê vê carê berpirsekî paye bilind ji bo hevdîtinan wezîfedar kir. Li gorî daxuyaniya Jaynakov, Amerîka ji bo hevdîtinên 3 û 4ê Gulanê Cîgirê Misteşarê Wezareta Derve Stuart Jones tayîn kir.

Herwiha Balyozxaneya Amerîka ya Sûriyeyê li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek parve kir û ragihand ku Amerîka bi şandina Cîgirê Misteşarê Wezareta Derve Stuart Jones piştgiriya xwe ya ji bo çareseriya Sûriyeyê nîşanda û ev îspata wê ye.

Bi heman mijarî:

Şandeyên Rûsya û Tirkiyeyê agirbesta Sûriyeyê li Astanayê axivîn
Muxalifên çekdar ên sûriyeyî li Astanayê ne
'Îhtîmaleke mezin e mixalîfên sûriyeyî dê beşdarî hevdîtinên Astanayê bibin.'
Rûsya: Em hêvî dikin ku muxalîfên çekdar jî beşdarî hevdîtinên li Astanayê bibin
Kazakistan: Zêdebûna rageşiyê li Sûriyeyê dibe gef li ser rêkeftinên Astanayê
Etîketan:
Hevdîtinên aştî yên Astanayê, Stuart Jones, George Krol, Anuar Jaynakov, Astana, Kazakistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de