18:46 26 Gulan 2018
penaber - Behra Spî - xeniqîn - koçber

IOM: Ji destpêka salê heta niha hezar û 89 koçber li Behra Spî jiyana xwe ji dest dan

© AP Photo
Cîhan
Lînkê kurt
0 10

Rêxistina Koçberan ya Navneteweyî (IOM) ragihand ku ji hezarî zêdetir koçber ji destpêka sala 2017an heta niha li Behra Spî jiyana xwe ji dest dane an jî winda ne.

IOM, diyar kir ku ji destpêka salê û heta 28ê Nîsanê hezar û 89 koçber li Behra Spî jiyana xwe ji dest dane an jî winda bûne. Herwiha ji destpêka salê heta niha jî 43 hezar û 357 koçber bi rêya behrê derbasî Ewropayê bûne.

Di meha Nîsanê de 427 koçber jiyana xwe ji dest dan. Herwiha rêjeya beramberî meha sala borî sê kat kêm bûne. Di Nîsana sala 2015an de hezar û 222 kes jiyana xwe ji dest dabûn.

Bi heman mijarî:

Dîsa bota koçberan binav bû: 145 koçber winda ne
Ji Kampa Domiz a Dihokê 6 hezar koçber derbasî Ewropayê bûn
2 Hezar koçber gihiştin Efrînê
Di 5 rojên dawî de, 13 hezar iraqî ji Mûsilê koçber bûne
5 Hezar koçber di avê de xeniqîn
Etîketan:
winda, mirî, koçber, IOM
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de