14:50 24 Çile 2018
Zindî
    Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson û Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li Moskowê

    ‘Tillerson ji Lavrov got hewce bi mekanîzmayekê nû bo lêpirsîn çekên kimyewî tine ye'

    © AP Photo/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 10

    Wezîrê Karên Derve yê Amerîka Rex Tillerson di hevdîtina bi rêya telefonê yê bi hevkarê xwe yê rûsî Sergey Lavrov re ragihandiye ku piştgirî didin mekanîzmaya Rêxistina Qedexeya Çekên Kimyewî (OPCW) bo lêkolîna îdiayên çekên kimyewî li Sûriyeyê hatiye bikar anîn.

    Li gorî daxuyaniya Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê Mark Toner, Tillerson di hevdîtina xwe ya doh yê bi rêya telefonê bi Lavrov re îdiayên bikaranîna çekên kimyewî ya di 4ê Nîsanê li Xan Şaxûnê ya Sûriyeyê nirxandine. Tillerson ji Lavrov re eşkere kiriye ku piştgirî didin mekanîzmaya Rêxistina Qedexeya Çekên Kimyewî (OPCW) bo lêkolîna îdiayên çekên kimyewî li Sûriyeyê hatiye bikar anîn.

    Berdekvkekê ji Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê ji ajansakê nûçeyan a Rûsî re diyar kiribû ku Washington bo lêkolînên îdiayên êrişa çekên kimyewî hewce nabîne ku mekanîzmayekê bê avakirin.

    Wezareta Karên Derve yê Rûsyayê jî têkildarî hevdîtina Lavrov û Tillerson daxuyanî dabû û destnîşan kiribû ku Washington li dijî pêşniyara pisporê OPCWê li cihê bûyerê lêkolîn bikin gelo kimyasal hatiye bikaranîn an ne yê Moskowayê derketibû.

    Bi heman mijarî:

    Ozerov: Em amade ne pergala parastina hewayî bişînin Sûriyeyê
    Kanadoglu: Nerewabûna referandumê hate ragihandin
    Wezareta Derve ya Rûsyayê: Em amade ne ji bo Tirkiyeyê karê vîzeyê hêsan bikin
    Welatîbûna êrişkarê St. Petersburgê ya Rûsyayê hat betalkirin
    Etîketan:
    mekanîzma, kimyewî, çek, bûyer, Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê, Rex Tillerson, Mark Toner, Sergey Lavrov, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de