19:46 25 Gulan 2018
Qezaya trafÎkê

Di qezaya trafîkê de 20 zarokên xwendevan jiyana xwe ji dest da

Ria.ru
Cîhan
Lînkê kurt
0 31

Hat ragihandin ku Efrîqaya Başûr wesayîta xwendevanan û tir li hev qelibîn, di encama qezayê de 20 zarokan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî zanyariyên ku çapemeniya herêmî hatine wergirtin, li eyaleta Mpumalangayê ya li bakurê Pretoryaya paytext wesayîta xwendevanan ku zarokên emrê wan di navbera 5 û 10an da tê da bûn û tirek li hev qelibîn, di encama qezayê de 20 zarokên xwendevan ku di wesayîtê de bûn jiyana xwe ji dest dan.

Hat ragihandin ku hêzên ewlehî derbarê bûyera qezayê de lêpirsîn dane destpêkirin. Wezîrê Ragihandinê Joe Maswanganyî jî peyamek belavkir û serxweşî da malbatên zarokan.

Ji aliyê din ve li Efrîqaya Başûr di qezayên Cejna Paskalyayê de jî zêdetirî 235 kesî jiyana xwe ji dest dabûn.

Bi heman mijarî:

Li Dîlokê qezaya trafîkê: 5 mirî û 6 birîndar
Di qezaya helîkopterê ya li Dêrsimê de 12 kes mirin
Di qezaya li Zêtkaya navçeya Agiriyê, ji malakê 7 jin û zarok birîndar bûn
Li Enqereyê qezaya trafîkê: 5 mirî 1 birîndar
Li Sûdana Başûr qezaya balafirê: Tê îdiakirin ku herî kêm 44 kes mirine
Etîketan:
Li Efrîqaya Başûr qezaya trafîkê, Wezîrê Ragihandinê, Joe Maswanganyî, Efrîqeya Başûr
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de