19:34 19 Hezîran 2018
Mi-24 helikopter

Pîlotên rûsî li Ermenistanê tetbîqat li dar xistin

© AP Photo / SERGEY PONOMAREV
Cîhan
Lînkê kurt
0 20

Serokê Beşa Çapamenî yê Yekîneya Leşkerî ya Başûr Vadîm Astafyev ragihand ku pîlotên helîkopterên Mi-8MTŞê û Mi-24ê tetbîqat bi şev li baregeha hewayî yê Erebunî ya Ermenistanê li dar xistine.

Pîlotên Yekîneya Leşkerî yê Başûr ya Rûsyayê tetbîqat bi helîkopterên Mi-8MTŞê û Mi-24ê di saetên şevê de li baregeheke hewayî ya li Ermenistanê pêk anîn.

Serokê Beşa Çapamenî yê Yekîneya Leşkerî ya Başûr Vadîm Astafyev eşkere kir ku pîlotên helîkopterên Mi-8MTŞê û Mi-24ê tetbîqat bi şev li baregeha hewayî yê Erebunî ya Ermenistanê pêk anîne û di dema tetbîqatê de çalakiyên parastinê û bi helîkopteran alîkariya baregehê pêk anîne.

Astafyev destnîşan kir ku di tetbîqata bi pîlotên artêşa Ermenistanê re hat lidarxistin de 100 personel û 50 jî teçhizatên leşkerî beşdar bûne.

Bi heman mijarî:

Artêşa Rûsyayê li Ermenîstanê tetbîqat da destpêkirin
Yekîneyên êrişê yên Rûsyayê tetbîqat li dar xistin
Rûsyayê bi sîstema topên 'Grad' tetbîqat kir
Rûsyayê bi Moşekên Îskender-M tetbîqat kir
Fîloya Baltik ê Rûsyayê bi tevlîbûna moşekên S-400î tetbîqat li dar xist
Li baregeha Rûsyayê ya li Ermenîstanê tetbîqat
Etîketan:
lidarxistin, pîlot, tetbîqat, Vadîm Astafyev, Ermenistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de