11:47 21 Hezîran 2018
Nicolas Maduro

Serokê Venezuelayê Maduro Kolombiya tehdîd kir

© REUTERS / Marco Bello
Cîhan
Lînkê kurt
0 11

Piştî ku kongreyê erkên Serokê Dewletê Nicolas Maduro ji destên wî deranîn ev du hefteyê li hemberî hikûmeta Venezuelayê çalakî û xwepêşandan têne lidarxistin.

Serokê Dewleta Kolombiyayê Juan Manuel Santos jî ji bo çalakî û xwepêşandanên li dijî hikûmeta Venezuelayê ku têne kirin got ‘şoreşa Venezuelayê bi ser neket'. Li ser vê daxuyaniya Santos, Serokê Venezuelayê Maduro Santos bi îfşakirina siren aştî yên bi FARCê tehdîd kir.

Li gorî nûçeyên ku di çapameniya Kolombiyayê de cih girtine, Serokê Dewleta Venezuelayê Maduro gotiye ‘peymana aştî ya Kolombiyayê bi FARCê re bi saya wî û bi saya Serokê Dewleta Venezuelayê yê berê Hugo Chavez hatiye îmzekirin.'

‘KOLOMBIYA WÊ SEROKÊN FARCÊ BIKUJE'

Piştî daxuyaniya Santos a ku gotibû ‘şoreşa Venezuelayê bi ser neket' Maduro henekê xwe bi hevdîtinên aştî yên Kolombiyayê kir û got: "Ez ê qeydiyên pêvajoya çareseriyê, sirê wan û heqîqetên ku ev deh sal in vedişêrim ez ê eşkere bikim."

Ji aliyê din ve Serokê Dewletê Maduro di axaftina xwe de îdîa kir ku ‘di destê min de îstîxbarat heye Kolombiya amadehiyan dike ku serokên FARCê bikuje.'

Bi heman mijarî:

Maduro xwest ku CNN International terka Venezuellayê bike
Maduro: Em li benda lêborîna fermî ya DYAyê ne
Maduro: Ne pêkan e ku Trump ji Obama xerabtir be
Maduro: Putin sembola têkoşîna cîhana pir-qutbî ye
Pûtîn û Maduro li Stenbolê hevdîtinek pek anîn
Etîketan:
FARC, Serokê Dewleta Kolombiyayê, Juan Manuel Santos, Nicolas Maduro, Kolombiya, Venezuela
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de