22:28 17 Kanûn 2017
Zindî
    Idlib Xan Şêxûn Sûriye

    Ke êrişa kimyewî ya li Xan Şêxunê pêk anî?

    Ammar Abdullah
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 20

    Rêxistina Qedexeya Çekên Kimyewî (OPCW) biryara ji nû ve lêpirsîna êrişa kimyewî ya li Xan Şêxunê ku ji ber cejna Paskalyayê navber dabûn, dan destpêkirin.

    Heta niha lêkolînekê bo kiyarên êrişa kimyewî ya ku di 4ê Nîsanê de li herêma Xan Şêxunê ya Îdlîbê yê Sûriyeyê pêk hatibû, derkeve holê nehatiye kirin, lê Rêxistina Qedexeya Çekên Kimyewî (OPCW) ku navenda wê li Laheyê ye lêpirsîna xwe ya ku ji dûr ve dike, ji nû ve dest pê dike.

    OPCW naber dabû pêvajoya lêpirsîna êrişa kimyewî ji ber cejna Paskalyayê ku alema Mesihiyên Ortodosk pîroz dikin, dabû dîsa biryara lêpirsînê da.

    OPCW, lêpirsîna xwe ji dûr ve ku li ser metaryal û dîmenên ku tê îdiakirin ji cihê bûyerê hatine kişandin, dike.

    RÛSYA LI ALIYÊ KU OPCW LÊPIRSÎN LI CIHÊ BÛYERÊ BIKE YE

    Rûsya ji bo bûyer bê zelalkirin dixwaze li cihê bûyerê lêkolîn bê kirin.

    Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Seygey Lavrov daxuyaniya xwe ya ku hefteya borî kir de eşkere kiribû ku misyona OPCW divê biçe Xan Şêxunê û baregeha hewayî ya Şayratê ku Amerîka êrişa moşekê pêk anîbû. Lavrov destnîşan kiribû ku pêşniyara avakirina misyona di bin banê OPCWê de bo lêpirsîna bûyera çekên kimyewî ya li Îdlîbê kirine.

    Bi heman mijarî:

    UNICEF hejmara zarokên ku li Xan Şêxûnê jiyana xwe ji dest daye, eşkere kir
    Zaxarova: Tespîtên li ser Xan Şêxûnê ne Tirkiye, divê OPCW bike
    'Çekên li Xan Şeyxûnê hatine bikaranîn, berî niha li dijî kurdên Helebê hatibûn bikaranîn'
    'Me pêşniyar kir ku mîsyonekê di bin çavdêriya OPCWê de bo 'Xan Şeyxunê' bê avakirin'
    Etîketan:
    kimyewî, êriş, destpêkirin, , lêpirsîn, Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî (OPCW)
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de