13:07 22 Cotmeh 2017
Zindî
    koreya bakur

    Koreya Başûr û Koreya Bakur û gengeşiya ji ber ceribandina moşekan

    © Sputnik/ Илья Питалев
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 1530

    Nûnerê Wezareta Karê Derve ya Koreya Başûr Cho Jung Jikke li Seulê ragihand ku hikumeta Koreya Başûr ceribandina nû ya moşekan ji aliyê Koreya Bakur ve şermezakir. Ew vê ceribandinê wek gef ji asayişa komela nêvdewletî re dibînin.

    Ceribandina nû ya moşekan ji aliyê Koreya Bakur ve nêzîkî gundê Sinpo bi aliyê deryaya japonî ve hat pêkanîn. Moşek nêzîkî 60 kilometrî firiya.

    Li gorî zanyariyên serbazên Koreya Başûr, ev moşek ya balastîkî ya dûrbûna orte ya cûrê `Pûkkîkson-2` bû. Li gorî ajansa Penhap, moşek giha bilindaya xwe ya herî dûr, ango 189 kilometrî.  
    Phenyan ji sala 2006an ve 5 ceribandinên nuklerî û rêzek ji berdana moşekan, bi taybetî ji noqaran, pêkaniye.

    Serpereştê beşê Koreyê û Mpngolyayê di Instîtûta Rojhilatnasiyê de Aleksandr Vorontsov di hevpeyvîna bi Sputnik re got ku Koreya Bakur hebûna  bêtir ji 28 hezar serbazên emerîkî li Koreya Başûr ji xwe re gef dibîne, her weha radighîne ku Seul naxwaze peymana aştiyê pêre girêde, loma jî ew van ceribandinan pêktîne.

    KOREYA BAKUR CERIBANDINAN WEKÎ GEFÊ DIBÎNE

    Dibe ku herdû alî êdî nema dixwazin dijberiya hev bikin. Lê rewş wisa ye ku niha li Koreya Başûr rahînanên leşkerî yên hêzên welêt û serbazên emerîkî tên kirin. Ew du mehan, ango Adar û Nîsanê, berdewam dikin. Bi hezaran serbaz di wan de beşdardibin û hemû cûrên çekan bikartînin û hemû cûrên moşekan jî berdidin.  Koreya Bakur vê yek wek gef ji xwe re dibîne. Rahînanên wisa her sal tên lidarxistin. Loma jî di mehên Adar û Nîsanê de rewş li nîvgirava Koreyayê gur dibe. Koreya Bakur dide xuyakirin ku ew ji êrîşa hebe re amadeye.

    KOREYA BAKUR BERNAMA XWE PÊŞ VE DIBE

    Her ezmûna ku ji aliyê Koreya Bakur ve tê kirin wek gelacî tê famkirin. Lê aliyê din yê vê pirsê wisa ye: Koreya Bakur bernama xwe ya moşekan pêşve dibe û eşkere derbarê vê yekê radighîne. Bernama moşekan divê bê ezmûnkirin-hemû welat vê yekê pêktînin. Niha bernama moşekan ya Koreya Bakur ketiye qonaxek nû de û wek tê xuyakirin ezmûnên bêtir jê re divên. Loma jî ev yek ji aliyê teknolojiya leşkerî ve pêvajoyek psîkolojîk e.

    DYA: EV YEK NABE

    Di heman demê de, li gorî nerîna Vorontsov, tuwane heye ku ev rewş bê çareserkirin û Phenyan ew pêşniyarkir ye.
    Koreya Bakur moratoria li ser moratoriyê pêşniyarkir, ango em ê dev ji ceribandina moşek û çekê nuklerî berdin, hûn jî rahînanên xwe li ber sînorê me kêm bikin. Pekîn ev inîsyatîf wergirt û bang kir ku herdû alî bihevre çalakiyên xwe rawestînin. Lê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ragihand ku `ev yek ji bo me nabe, em naxwazin vê yekê giftûgobikin. Lê di baweriya me de vê yekê karibû rewşa li nîvgiravê aramtir bike.'

    Bi heman mijarî:

    Lavrovî Sûriye bi bîr anî û hişyarî bo Koreya Bakur da
    Ji Cîgirê Serokê Amerîkayê bo Koreya Başur serdana suprîz
    Koreya Bakur dîsa ceribandina moşeka balîstîk pêk anî
    Balyozê Rûsyayê yê li Pyongyangê: Dibe Koreya Bakur 2 ceribandinên nûkleerî pêk bîne
    Koreya Bakur ‘Roja Tavê' bi merasîma leşkerî pîroz dike
    Çîn: Em ne mecbur in li hemberî êrişan Koreya Bakur biparêzin
    Etîketan:
    koreya başur, koreya bakur
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de