23:29 22 Nîsan 2018
    Leşkerên Koreya Bakur

    Koreya Bakur hişyariya 'lêdana bergiriyê' da Amerîkayê

    © AP Photo / Wong Maye-E
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 30

    Sererkanê Artêşa Koreya Bakur daxuyand ku rêveberiya Pyongyangê li hemberî ‘provokasyoneke siyasî, aborî an jî leşkerî' ya Amerîkayê wê dest bi ‘lêdaneke bergiriyê' bike.

    Berdevkê Sererkanê artêşê gef xwar ku ew ê ji baregehên xwe yên Japonya û Koreya Başûr li avahiya Serokomarê Koreya Başûr bixin.

    Rayedarên Amerîkayî di daxuyaniyên nava rojê de anî bûn ziman ku ger ew hîs bikin Koreya Bakur amadehiya ceribanina nukleerî ya cara 6emîn dike, ew amade ne li dijî Pyonyangê çeka konvansiyonel bi kar bînin.

    'AMERÎKA JI BO AŞITÎ Û EWLEHIYÊ METIRSÎ YE'

    Koreya Bakur di daxuyaniya xwe duhî de got, "Amerîkaya ku çeka kimyewî anî nîvgirava Koreyê, ji bo aşitî û ewlehiyê dibe metirsiyeke cidî û rewşê ber bi şerê nukleerî ve dibe.

    CERIBANDINA MOŞEKÊ YA KOREYA BAKUR

    Rêveberiya Pyongyangê hefteya borî moşekeke balîstîk avêtibû behra Japonyayê. Li ser vê yekê Amerîkayê keştiyeke balafiran şand nîvgirava Koreyê. Şêwirmendê ewlehiya neteweyî yê Serokê Amerîkayê Donald Trump, Herbert McMaster anî ziman ku ji bo hevkarên Washingtonê ji metirsiya Koreya Bakur biparêzin, wan hemû bijarte dane ber xwe.

     

    Bi heman mijarî:

    Amerîkayê ji bo Koreya Bakur bang li Çînê kir
    Koreya Başûr: Amerîka heta bi me neşêwire êrişî Koreya Bakur nake
    Trump: Koreya Bakur li belaya xwe digere
    Koreya Bakur: Êrişa Amerîka ya Sûriyeyê nayê efûkirin
    Koreya Bakur: Bi her şêweyî em amade ne şerê Amerîkayê bikin
    'Amerîka plan dike ku çekên kimyewî li Koreya Başûr bi cih bike'
    Etîketan:
    hişyarî, Berdevkê Sererkanê Artêşa Koreya Bakur, Amerîka, Koreya Bakur
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de